KOBANÊ: “PDKS” SEMÎNAREK SIYASÎ Û CEMAWERÎ BI RÊ VE BIR..
PDKSê, di roja Duşemê 15/12/ 2025an de, li hola Feratê li Kobanê, semînerek siyasî û cemawerî li ser nûtirîn nûçeyên li ser qadên navdewletî, Sûrî û Kurdî,bi beşdarbûna kesayetên siyasî,civakî û rewşenbîr, li dar xist.
Semîner ji aliyê serokê Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê, mamoste.Mihemed Ismaîl ve bi rê ve çû.
Semîner bixêrhatinê û deqeyeke rêzgirtinê ji bo şehîdên Kurd û Kurdistanî û li pêşîya wan Barzaniyê nemir dest pê kir.
Paşê, mamoste Mihemed Îsmaîl di dema birêvebirina sempozyûmê de, şiroveyeke berfireh li ser giringiya pêkanîna şandeke hevbeş a Kurdî û rola wê ya sereke di nûneratiya yekgirtî ya doza Kurd li ser asta navxweyî û derve pêşkêş kir.
Her wiha dawîn pêşhatên siyasî li navçeyê û bandorên wan li ser rastiya Sûriyê û kurdî gotûbêj kir û tekezî li ser pêwîstiya vekirina diyalogeke cidî û berpirsane bi Şamê re kir, bi awayekî ku xizmeta mafên rewa yên gelê kurd li Sûriyê bike û çareseriyeke dadmend û berdewam ji doza kurdî re misoger bike.
Îsmaîl amaje bi rola piştevaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî kir û pesna rola bilind ya Serok Mesûd Barzanî di yekxistina rêzên Kurdî de û berdewamiya piştevaniya doza gelê Kurdî di civînên herêmî û navdewletî de kir.
Di dawiya semînerê de, derî ji bo nîqaşan hate vekirin û beşdaran pêşniyarên binirx pêşkêş kirin û pirsên ku diyalog xurtirkir, li ser hevgirtina nêrînên li ser pîvanên neteweyî û daxwazên hevbeş tekez kirin.

Ragihandina ENKSê
Raport: Elî Fetah



