Pêşangeh Zaxo şeş rojan bidome; ji saet 10:00 ê sibehê heta 06:00 ê êvarê dê vekirî be û çalakiyên cuda cuda dê li wê derê bên lidarxistin.
Îro roja Yekşem,30ê Mijdara 2025ê, Serok Mesûd Barzanî, Gera Yekê ya Pêşangeha Pirtûkan a Navneteweyî ya Zaxoyê bi navnîşanê “Zaxo Dixwîne” vekir û serdana pişkên wê kir.
Serok Barzanî kêfxweşiya xwe ji bo vekirina Pêşangeha Navneteweyî ya Zaxoyê anî ziman û ragihand: “Ez spasiya Xudê dikim ji bo van rojên xweş, duhî li Cizîrê û îro li Zaxoyê. Îşela Xudê her xêr û xweşiyan bide, her keyfê bide we û ev pêşangeha pirtûkan a navneteweyî ku îro li Zaxoyê hat vekirin kêfxweşiyeke mezin e.”
Serok Barzanî Zaxo wekî bajarê huner, çand û Kurdîniyê wesifand û ragihand: “Zaxo cihê huner, çand, Meranî, Kurdînî û Pêşmergetiyê ye û Zaxo Zaxo ye.”
Serok Barzanî ji bo vekirina Pêşangeha Navneteweyî ya Zaxoyê destxweşî kir û ji Zaxoyê re zêdetir pêşketin xwest.
Serok Barzanî li dawiyê jî pesnê xelkê Zaxoyê da û ragihand: “Carekê min got Zaxo canê min e, careke din min got hûn dilê min in. Hûn ne tenê canê min in, hûn dil û canê min in.”
Ragihandina ENKSê
Qamişlo



