Îro danê sibê,di roja sêşemê 11.6.2019an de, li gundewarê Dirbêsiyê li Kurdistana Sûriye li herêma Sêgira,li ser riya giştî ya navbera Hesekê û Dirbêsiyê agir rûda û nêzî 50 donimên zadê genim şewitî û ev zad jî yê cotkarekî bi navê Bavê Kerem û bavê Kerem ji xiristiyanê herêmê ye.
Di der barê vê yekê, welatiyekî ji wê herêmê bi navê Delîl Ezîz ji peyamnêrê me re anî ziman û got :”Xwediyê zad bi dilkî xemgîn li zadê xwe temaşe dikir , lê bi alîkariya xelekên herêmê û tîmên vemirandinê agir hat vemirandin û li gorî agahiya agir ji ber riya giştî pêketiye û yê ev kar kiriye ne diyare” .
Hêjaya were gotin ku Ji destpêka çinîna zadan li Kurdistana Sûriye,rojane qîrîn e û hawar e,ji bo agir ku bi zadan dikeve , duho li herêma Aliyan û Derdora Tirbespiyê bû û Îro li Hesekê , ku Welatên Derdor û Rêxistinên Cîhanî bê deng in .
M.ELÎ Fetah
Ragihandina ENKSê