Sunday, November 2, 2025
  • Language:
  • Arabic
  • English
  • German
  • Nûçeyên Kurdistanî
  • Nûçeyên Cîhan
  • Weşanên ENKS
  • Çand û Huner
  • Nûçeyên Bilez
  • Çalakî
  • Rojnameya ENKS
Bê encam
Hemû Encaman Bibîne
  • Nûçeyên Kurdistanî
  • Nûçeyên Cîhan
  • Weşanên ENKS
  • Çand û Huner
  • Nûçeyên Bilez
  • Çalakî
  • Rojnameya ENKS
Bê encam
Hemû Encaman Bibîne
Ragihandina Encûmena Niştîmanî kurdî li Sûriyê
Bê encam
Hemû Encaman Bibîne

Salvegera 15emîn ser koçbarkirina Xebatkarê kurd ” Deham Mîro” ve derbas dibe..

November 2, 2025
in Breaking news, Nûçe, Raporên Taybet
0
0
PARVEKIRIN
0
DÎTIN
Share on FacebookShare on Twitter

Salvegera 15emîn ser koçbarkirina Xebatkarê kurd ” Deham Mîro” ve derbas dibe..

 

Xebatkar û têkoşînerê kurd” Deham Mîro” kesayetekî welatparêz û niştîmanperwer û xwedan roleke bi hêz bû di tevgera kurdî û siyasî de ….

Xebatkar ” Deham Mîro ” sekirtêrê giştî yê partiya Demokrata kurd li sûriya ” El Partî” bi dilsozî di kar û xebata netewayî û niştîmanperwerî ji bo doza Azadiya gelê kurd xebat dikir …

Û herwiha “Deham Mîro” li gundê Sêgira Mîro yê ser bi Dêrka Hemko ve sala ( 1921 ) ji dayîk bûye , ji destpêka jiyana xwe ve tevlî rêzên Partî Demokratî Kurd li Sûriya ” Elpartî ” bûye , û di sala ( 1970 ) li kongireyê Nawbirdan ku bi serperiştiya mela Mustefa Barzanî hate bi rêvebrin , bû sekretêrê giştî yê Partî Demokratî Kurd li Sûriya ” Elpartî ” ku niha bûye Partiya Dêmokrata Kurdistan Sûriya

Di sala ( 1972 ) di kongireyê yekbûnê de ku li devera Bamirnê li başûrê Kurdistanê hate li darxistin careke din wek sekretêrê giştî yê Partî Demokratî Kurd li Sûriya ” Elpartî ” hate hilbijartin .

Di sala ( 1973 ) û piştî ku li dijî pîlana Mihemed Teleb Hilal ya bi navê Zincîra Erebî ku bi Elhîzam El’rebî tê naskirin rawestiya , û daxuyaniyeke hişyariyê belavkir , û herwiha û ji ber helwêstên wî yên niştîman perwer , li ser destê desthilatdariya Sûriyê hate girtin , û bo dema ( 6 ) sal û ( 8 ) mehan di zîndanê de ma.

Diham Mîro yek ji xebatkarên dêrîn yên bizava rizgarîxwaza kurd bû , û hevalekî nêzîkî Mela Mustefa Barzanî bû , û beşdarî di şoreşa Êlûnê de kir , û çendîn car wek çavdêr beşdarî di kongireyên Partiya Dêmokrata Kurdistanê de kiriye.

Û tê zanîn ku Xebatkarê niştîman û kurd perwer Diham Mîro li rêkefta 2.11.2010 koça dawî kir , û di 3.11.2010 termê Diham Mîro ji bajarê Dêrkê ber bi gundê Mozelanê ve hate birin û bi xakê hate spartin…

Ragihandina ENKSê
Qamişlo

ShareTweetPin
Nivîsa Berê

Xwecihiya Tirbespiyê civîna xwe ya asayî li darxist.

Nivîsa Paşîn

30emîn Festîvala Helbesta Kurdî li Qamîşlî hate darxistin.

Nivîsa Paşîn
30emîn Festîvala Helbesta Kurdî li Qamîşlî hate darxistin.

30emîn Festîvala Helbesta Kurdî li Qamîşlî hate darxistin.

Leave a Reply Cancel reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

  • Nûçeyên Kurdistanî
  • Nûçeyên Cîhan
  • Weşanên ENKS
  • Çand û Huner
  • Nûçeyên Bilez
  • Çalakî
  • Rojnameya ENKS

Hemû maf parastî ne

Bê encam
Hemû Encaman Bibîne
  • Nûçeyên Kurdistanî
  • Nûçeyên Cîhan
  • Weşanên ENKS
  • Çand û Huner
  • Nûçeyên Bilez
  • Çalakî
  • Rojnameya ENKS

Hemû maf parastî ne