14EMÎN SALVEGERA KOÇKIRINA PAKREWAN ” MIŞEL TEMO” JI ALIYÊ NÛNERTIYA ENKSê YA HERÊMA KURDISTANÊ VE HAT VEJANDIN…
Di roja Sêşemê 7.10.2025’an de,salvegera 14emîn koçkirina pakrewan Mişel Temo li herêm Kurdistanê ji aliyê Nûnertiya ENKSê ya Herêma Kurdistanê ve,HAT
hat vejandin.
Her wiha bi beşdarbûna kesayetên serbixwe û nûnerên partiyên siyasî,civaka sivîl û rewşenbîr herwiha bi beşdarbûna cemawerê Kurdistana Sûrî li herêmê .
Di destpêkê de bixêrhatina hemû mêvanan ji aliyê birêz Fadil Delê endamê desteya serkirdeyê Şepêla pêşeroj a Kurdistan Sûriyê ve hate kirin û piştre xulekek bêdeng li ser giyanên Şoreşa rûmet û azadiyê, pakrewanên Kurd û Kurdistanê û giyanê pakrewan Mişel Temo rawestiyan .
Her wiha gotina Nûnertiya ENKSê ya Herêma Kurdistanê ,ji aliyê mamoste Reşad Silêman ve,endamê nûneratiya ENKSê li herêma Kurdistanê hat pêşkêşkirin.
-Herwiha gotina herdu Şepêlan ya pêşeroj A kurdî Li Sûriyê û Kurdistana Sûriyê ji aliyê Serokê Ofîsa Peywendîyên Giştî ya Şepêla Pêşeroj a Kurdî li Sûriyê mamoste. Fadî Merhî ve, hat pêşkêş kirin ,têde spasiya hemû mêvanên beşdar kir û piştre kar û xebata pakrewan Mişel Temo damezirandinê vê Şepêlê li Sûriya nirxand.
Di dawiyê de nivîskarê Kurd Ronî Elî bi mertalê pakrewan Mişel Temo hat xelatkirin.
Piştre nivîskar Ronî Elî gotinek pêşkêş kir.
 
 
 
 
Ragihandina ENKSê
Raport:Elî Fetah..



			
			
    