Monday, November 3, 2025
  • Language:
  • Arabic
  • English
  • German
  • Nûçeyên Kurdistanî
  • Nûçeyên Cîhan
  • Weşanên ENKS
  • Çand û Huner
  • Nûçeyên Bilez
  • Çalakî
  • Rojnameya ENKS
Bê encam
Hemû Encaman Bibîne
  • Nûçeyên Kurdistanî
  • Nûçeyên Cîhan
  • Weşanên ENKS
  • Çand û Huner
  • Nûçeyên Bilez
  • Çalakî
  • Rojnameya ENKS
Bê encam
Hemû Encaman Bibîne
Ragihandina Encûmena Niştîmanî kurdî li Sûriyê
Bê encam
Hemû Encaman Bibîne

Kurtejiyana helbestvana Kurd “Mizgîn Hisko

October 3, 2025
in Breaking news, Nûçe, Raporên Taybet
0
0
PARVEKIRIN
0
DÎTIN
Share on FacebookShare on Twitter

 

 

Roja Çarşemê 1ê Cotmeha 2025an, helbestvana Kurd Mizgîn Hisko ji ber nexweşiyê di 52 saliya xwe de li Elmaniyayê koça dawî kir .

Helbestvana Kurd Mizgîn Hesko, ku yek ji dengên herî berbiçav ên helbesta nûjen a Kurdî li diyasporayê bû, koça dawiyê kir.

Helbestvan Mizgînê Hesko ku ev zêdetirî sê salan bû li dijî nexweşiya penceşêrê têdikoşiya, şeva borî li bajarê Bielefeldê yê Almanyayê, ji ber nexweşiyê di 52 saliya xwe de, koça dawiyê kir.

Mizgîn Hesko di sala 1973an de li gundê Şilhomiyê yê Tirbesipiyê li Rojavayê Kurdistanê ji dayik bûbû, ji sala 1992an ve li Almanyayê dijiya û dayika sê zarokan bû.

Hesko di nav civata Kurd a li diyasporayê de helbestvaneke çalak bû, bi berdewamî beşdarî mîhrîcan û çalakiyên wêjeyî dibû û heta dawiya jiyana xwe 14 dîwan pêşkêşî pirtûkxaneya Kurdî kirin.

Ji ber keda wê ya giranbuha di warê wêjeya Kurdî de, Mizgîn Hesko di sala 2022an de hêjayî Xelata Seydayê Tîrêj hatibû dîtin. Koça wê ya dawî di nav wêjehez û rewşenbîrên Kurd de bû sedema xemgîniyeke mezin.

 

Ragihandina ENKSê
Qamişlo

ShareTweetPin
Nivîsa Berê

Banê avahiya seraya li Mercê li Şamê herifî.

Nivîsa Paşîn

Li bajarê Swêdayê xwenîşandanek hat li darxistin.

Nivîsa Paşîn
Li bajarê Swêdayê xwenîşandanek hat li darxistin.

Li bajarê Swêdayê xwenîşandanek hat li darxistin.

Leave a Reply Cancel reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

  • Nûçeyên Kurdistanî
  • Nûçeyên Cîhan
  • Weşanên ENKS
  • Çand û Huner
  • Nûçeyên Bilez
  • Çalakî
  • Rojnameya ENKS

Hemû maf parastî ne

Bê encam
Hemû Encaman Bibîne
  • Nûçeyên Kurdistanî
  • Nûçeyên Cîhan
  • Weşanên ENKS
  • Çand û Huner
  • Nûçeyên Bilez
  • Çalakî
  • Rojnameya ENKS

Hemû maf parastî ne