Qurbaniyên teqîna mayînên şer Li Sûriyê ..
Rewangeha Sûrî ya mafê mirovan ragihand ku hîn jî ,bermahiyên şer di nav de mayînên teqemenî û neteqemenî hene ku nîgeraniyeke mezin li cem gelê Sûriyê çêdike .
Li gorî raporta tora Sûrî ya mafê mirovan, ji destpêka Kanûna pêşî ya 2024an, de , di encama teqîna mayîn û paşmayên şer li Sûriyê 626 sivîl ji wan 176 zarok û 42 jin jiyana xwe ji dest dan, û 687 kesên sivîl birîndarbûn di nav wan de 305 zarok û 22 jin.
Herwiha Rawengeha Sûrî ya mafê mirovan ragihan ku li navçeyên di bin kontrola hikûmata Şamê de 484 sivîl di nav wan de 130 zarok û 25 jin hatin kuştin û 501 sivîl ji wan 214 zarok û 12 jin birîndarbûn.
Û li navçeyên din bin kontrola hêzên Sûriya Demoqratîk (HSD)de 42 kes ji wan 19 zarok û 4 jin jiyana xwe ji dest dan û 70 kesek birîndar bû ji wan 46 zarok û du jin
Herwiha navçeyên di bin kontrola Artêşa Niştîmanî de 11 kes di nav wan de 27 zarok û 13 jin hatin kuştin û 110 , ji wan 43 zarok û 8 jinê din jî birîndarbûn.
Ragihandina ENKSê
Qamişlo



			
			
    