NAVEROKA CIVÎNA XWECIHIYA SERÊ KANIYÊ YA ASAYÎ.
Encûmena xwecihî ya bajarê Serê Kaniyê ya bi ser ENKSê ve,di roja Çarşemê 1.10.2025an de, civîna xwe ya asayî lidarxist.
Di destpêkê de, xwecihî kêlîkek bêdeng li ser giyanên pakrewanên Kurd û Kurdistanê, û di pêşî de Barzaniyê Nemir rawestiyan.Û piştre lîsta kar gengeşe kirin.
Piştre amadebûyan rewşa rêxistinî bi taybet rapora ku ji ofîsa karûbarê Encûmenên xwecihî yên bi ser ENKSê ve, hate wergirtin,hate nîqaşkirin.
Herwiha tekezî li ser pabendbûna bi civînên asayî û pabendbûna bi siyaset û biryarên Encûmena Niştimanî ya Kurdî hate kirin.Û beşdarbûna hemû çalakiyan bibin.
Rewşa siyasî, hemû bûyer û pêşketinên siyasî li ser asta Sûriyê bi giştî û rewşa Kurdî bi taybetî hatin gotûbêjkirin.
Her wiha civatê bi dirêjî li ser vexwendina ji bo Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê, ji hêla Hikûmeta Demkî ya Sûrî ve sekinîn.
Civatê bi tundî şermezar kir li ser bûyera şewitandina Encûmena xwecihî ya li Amûdê di 25/9/2025 de.
Ragihandina ENKSê
Raport:Elî Fetah.



			
			
    