AMERÎKA ARMANC DIKE KU BI HEZARAN SÛRIYAN DERSÎNOR BIKE.
Wezareta Ewlehiya Navxweyî ya Amerîka eşkere kir ku rêvebiriya Donald Tiramp dê mafê parastina demkî ya bi hezaran penaberên Sûrî yên ku li Amerîka dijîn, bi dawî bike, û sedema ku berdewamkirina vê bernameyê ne di berjewendiya Amerîka de ye.
Berdevka Wezareta Ewlehiya Navxweyî ya Amerîkayê Tirîşya Maklogilîn got: “Sûriye nêzîkî du sedsal in ku cihê teror û tundrêbûnê ye û rewşa li Sûriyê êdî ne asteng e ku welatiyên Sûrî vegerin welatê xwe”.
Berdevka Wezareta Ewlehiya Navxweyî ya Amerîkayê got: “Ji bo berjewendiyên neteweyî ne baş e ku em rê bidin Sûriyan ku li welatê me bimînin”.
Li gor îstatîstîkên Wezareta Ewlehiya Navxweyî ya Amerîkayê, nêzîkî 6,000 Sûrî li Amerîkayê di bin bernameya parastina demkî de dimînin û rêveberiya Tiramp 60 roj da wan ku vegerin welatê xwe.
Wezaretê da zanîn ku her welatiyekî Sûrî ku li Amerîka bimîne,piştî vê demê, dibe ku were girtin û veguhestin.
Di sala 1990an de Kongreya Amerîkayê ev bername derxist û ji wê demê ve bi hezaran kesan mafê rûniştina demkî wergirtine, lê ev bername tenê demkî ye û rê li ber mafê rûniştina hertimî digire.
Bernameya ji bo Sûriyan di sala 2012an de hate ragihandin û di dema rêvebirîya Tiramp ya yekem de hate dirêj kirin.
Ragihandina ENKSê
Raport: Elî Fetah



			
			
    