Monday, November 3, 2025
  • Language:
  • Arabic
  • English
  • German
  • Nûçeyên Kurdistanî
  • Nûçeyên Cîhan
  • Weşanên ENKS
  • Çand û Huner
  • Nûçeyên Bilez
  • Çalakî
  • Rojnameya ENKS
Bê encam
Hemû Encaman Bibîne
  • Nûçeyên Kurdistanî
  • Nûçeyên Cîhan
  • Weşanên ENKS
  • Çand û Huner
  • Nûçeyên Bilez
  • Çalakî
  • Rojnameya ENKS
Bê encam
Hemû Encaman Bibîne
Ragihandina Encûmena Niştîmanî kurdî li Sûriyê
Bê encam
Hemû Encaman Bibîne

NETEWEYÊN YEKBÛYÎ: NÊZÎKÎ 16.5 MILYON KES LI SÛRÎ HEWCEYÊ ALÎKARIYA MIROVAHÎ NE.

September 9, 2025
in Breaking news, Nûçe, Nûçeyên Cîhan, Raporên Taybet
0
0
PARVEKIRIN
0
DÎTIN
Share on FacebookShare on Twitter

NETEWEYÊN YEKBÛYÎ: NÊZÎKÎ 16.5 MILYON KES LI SÛRÎ HEWCEYÊ ALÎKARIYA MIROVAHÎ NE.

Nêzîkî 16.5 mîlyon kes li Sûriyê hewceyê alîkariya mirovahî ne

Kordînatorê Neteweyên Yekbûyî û Kordînatorê Karûbarên Mirovî li Sûrî eşkere kir ku nêzîkî 16.5 mîlyon kes li hundirê welêt hene ku pêdivî bi alîkariya mirovahî ya lezgîn hene, û da zanîn ku 2.5 mîlyon kesên ku ji hundir hatine koçber kirin an penaberên ji derveyî welêt hatine vegerandin hene, ku gelek ji wan malên wan hatine rûxandin.

Kordînatorê Neteweyên Yekbûyî û Kordînatorê Karûbarên Mirovahî li Sûriyê, Adem Abdulmewla, di civîna rojnamevanî de îro Sêşemê, 9ê Îlona 2025, berî bidawîbûna erka xwe ya ji bo nirxandina kar û xebatên Neteweyên Yekbûyî, berbijarî û planên pêşerojê, got ku Sûriye hê jî bi krîza koçberbûnê re rû bi rû ye, ku bêtirî 6 milyon kes wek koçberên navxweyî dijîn, dema ku bêtirî 6 milyon kesên din wek penaber li seranserê cîhanê belav bûne.

Karbidestê Neteweyên Yekbûyî got ku nêzîkî 24 ji sedê malên li Sûrî di salên borî de hatine zirar an jî wêran kirin û da zanîn ku diravên ku Neteweyên Yekbûyî jibo çareserkirina vê dosyayê werdigire “pir kêm in”.

Ebdulmewla destnîşan kir ku plana bersivdayîna mirovî ya 2025’an heta niha tenê ji sedî 14 ji 3.2 milyar dolarên ku ji bo pêkanîna wê pêwîst e, wergirtiye.

Di dawiya axaftina xwe de, Ebdulmewla destpêkirina karê xwe li Sûriyê di sala 2012an de bi bîr anî, û diyar kir ku wî biryar da ku hemû çalakiyên pêşveçûnê rawestîne, “ji bo ku rêjîma rûxandî sûdê neke û ji bo ku ji aliyê siyasî ve neyê bikaranîn”.

Ragihandina ENKSê
Raport: Elî Fetah

ShareTweetPin
Nivîsa Berê

HEVPEYMANIYA NAVDEWLETÎ PÊŞKEŞKIRINA LEŞKERÎ LI BAREGEHA XWE YA QESRIKÊ XURT DIKE.

Nivîsa Paşîn

Ronahiyek ser şoreşa 11ê Êlûnê sala 1961an.

Nivîsa Paşîn
Ronahiyek ser şoreşa 11ê Êlûnê sala 1961an.

Ronahiyek ser şoreşa 11ê Êlûnê sala 1961an.

Leave a Reply Cancel reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

  • Nûçeyên Kurdistanî
  • Nûçeyên Cîhan
  • Weşanên ENKS
  • Çand û Huner
  • Nûçeyên Bilez
  • Çalakî
  • Rojnameya ENKS

Hemû maf parastî ne

Bê encam
Hemû Encaman Bibîne
  • Nûçeyên Kurdistanî
  • Nûçeyên Cîhan
  • Weşanên ENKS
  • Çand û Huner
  • Nûçeyên Bilez
  • Çalakî
  • Rojnameya ENKS

Hemû maf parastî ne