NETENYAHO:ARTÊŞA ISRAÎLÎ LI SÛRIYÊ OPERASYONEK LEŞKERÎ PÊK ANÎ.
Serokwezîrê Îsraîlê ragihand ku artêşa Îsraîlê berî çend rojan operasyoneke leşkerî li Sûrîyê pêk anî.
Serokwezîrê Îsraîlê Benyamin Netenyaho got: “Di rojên dawî de me serekiyekî Hamasê kuşt, berî çend rojan me piraniya hikûmeta Hûsiyan kuşt, li Lubnanê em êrişên xwe li dijî Hizbullahê dikin, li Sûrîyê jî berî çend rojan me karên leşkerî kirin, lê ez ê neçim nav hûrgilîyan”.
Berî niha, artêşa Îsraîlê kuştina Ebû Obeyda ragihand, ku berdevkê Qesama ye, beşê leşkerî ya Hamasê, bêyî ku hûrgilîyên zêdetir bide.
Ragihandina ENKSê
Raport: Elî Fetah