36 Gorên komî ya ku 2779 term tê de bûn ji dema ketina Esed ve heta niha hatina dîtin.
Li navçeya Kerm Elzeytûn li gundewarê Himsê termê 2 kesan hatin dîtin li gorî çavkaniyên herêmê ku termê herdu kesan di dema rêjîma Esed de hatina kuştin.
Li gorî rawengeha Sûrî bo mafê mirovan belgekiriye ku ji dema ketina rêjîma Esed ve 36 gorên komî hatina dîtin û 2779 term têde bûn.
Hejmara gorên Komî yên li Sûriyê hatin dîtin li seranserî Sûriyê ev in:
6 gorên komî li Dêrezorê hate dîtin 114 qurbanî ji wan 6 zarok têde bûn.
Li gundewarê Şamê 5 gora 176 qurbanî têdebûn.
Li Hemayê 5 gora , 42 term têdebûn.
10 gora li Himsê ,1272 term têdebûn.
5 li Derayê , 141 qurbaî têdebûn.
2 gora li Şamê, 1020 qurbaî têdebûn.
2 gora li Idlibê , têde 10 qurbanî.
1 gora li Helebê, 4 qurbanî têdebûn.
Ragihandina ENKSê
Qamişlo