XWECIHIYA ROJHILAT YA HESEKÊ CIVÎNA XWE YA ASAYÎ LI DAR XISTIN Û SEROK Û DU CÎGIRÊN WÎ HILBIJARTIN.
Xwecihiya Rojhilat ya Hesekê ya bi ser ENKSê ve,di roja Şemiyê 30.8.2025an civîna xwe ya asayî lidarxistin.
Di destpêkê de, kêlîkek bêdeng li ser giyanên pakrewanên Kurd û Kurdistanê, û di pêşî de Barzaniyê nemir rawestiyan.Û piştre lîsta kar gengeşe kirin.
Di civînê de giringtirîn xalên rojeva gotûbêj kirin.
Di destpêka civatê de, beşdaran pêşketinên li ser asta navçeyî, herêmî û navneteweyî gotûbêj kirin û bal kişandin ser girîngiya pêgiriya bi hevdîtinên demdirêj ji bo misogerkirina armancên hevbeş. Civatê tekez kir ku divê hemû komîte û hevalên wê li gorî baweriya xwe ya xwecihiyê û gelê me yê Kurd bin.
Herwiha serokatiya nû ji bo encûmena xwecihî hate hilbijartin, ku birêz.Ebdurihman Ebtan wek serokê encûmena xwecihiya Rojhilat ya Hesekê ya bi ser ENKSê ve,hat hilbijartin û du cîgirên wî jî birêz Ebduletîf Resûl û mamosta Evîn Şemdîn hatin hilbijartin.
Her wiha Komîteyên nû jî hatin avakirin ku Komîteya Têkiliyan, Komîteya Ciwanan, Komîteya Jinan, Komîteya Çalakiyan, Komîteya Darayî û komîteyên din jî, ku ev yek ji bo xizmeta civakê û pêkanîna hêviyên gelê Kurd e.
Di dawiya civînê de, endamên civînê tekezî li ser girîngiya hevkarî û xebata komî di qonaxa pêş de kirin, ku ev yek pêgiriya wan a xizmeta civakê nîşan dide û rola Encûmenê di pêkanîna hêviyên gelê Kurd li Kurdistana Sûriyê de xurt dike.
Ragihandina ENKSê
Raport:Elî Fetah