DESTEYA SEROKATIYA “ENKS” BI NÛNERATIYA EWROPA Û ENCÛMENÊN XWECIHÎ RE YÊN BI SER WÊ VE HEVDÎTINEK BERFIREH LI DAR XIST.
Desteya serokayetiya Encûmena Niştimanî ya Kurd bi nûneratiya Ewropa û Encûmenên xwecihî re yên bi ser wê ve, hevdîtinek berfireh li dar xist .
Desteya serokatiyê ya Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê, roja Yekşemê, 10ê Tebaxa 2025an,hevdîtinek berfireh bi rêya teknolojiya têkiliya vîdyoyê bi nûnertiya Ewropa ya Encûmena Niştimanî ya Kurdî û encûmenên xwecihî li Almanya, Belçîka,Nemsa, Holanda û Swîsreyê re li dar xist.
Li ser navê desteya serokatiyê mamoste. Fêsel Yûsif, endamê desteya serokatiyê û endamê şandeya hevbeş a Kurd ji bo danûstandinên ligel hikumeta Şamê beşdarî hevdîtinê bû.
Serokê Nûneratiya Ewropa ya ENKSê, Ebdulkerîm Hacî bi axaftina pêşwazîkirina nûnerê ENKSê û hemû beşdaran dest bi civînê kir û tekez li ser girîngiya berdewamkirina têkiliyên di navbera serokatiya ENKSê û encûmenên xwecihî yên li derveyî welêt de ji bo pêşxistina xebata hevbeş û yekgirtina helwestan kir.
Piştre mamoste Fêsel Yûsif ku li ser nûçeyên siyasî yên li ser qada Sûriyê û Kurdî bi awayekî berfireh pêşkêş kir û çend belgeyên balkêş jî di nav de ev bûn:
• Avakirina şandeya hevbeş a Kurd a ji Konferansa Qamişlo ya ji bo diyalogên ligel Hikûmeta Demikî .
• Daxwaz ji hikûmeta demkî ya Şamê kir ku bi şandeya hevbeş ya Kurd re bikeve diyalogeke cidî û berpirsiyar.
*Helwesta ENKSê derbarê bûyerên xwînrêj ên li berava Sûriyê û kuştina nasnameyê de helwesta xwe nîşan da Herweha bûyerên Swêda yên êşkenceyî û tekezkirina li ser girêdana çareseriya siyasî li gor encamên konferansa Qamışlo
*Di dawiya hevdîtinê de, deriyê nîqaşê li pêş beşdaran vekirî bû ji bo bersîvdana pirsên û danûstandina nêrînên, ku nîşan dide ku hewldanên têkilî û hevkarî di navbera hundir û derve de.
Her wiha diyalog û têgihiştin ji aliyê beşdaran ve hatin kirin, ku ji bo serkeftina hevdîtinê bûn û gelek şîrove û pirsên têkildarî rewşa aloz a Sûriyê û çareseriya doza Kurd li gorî peymanên navneteweyî di çarçoveya Sûriyeya Nû de, dewletek pirrengî ya demokratîk a ne navendî ku di destûra xwe de mafên hemû pêkhateyên xwe misoger dikin.
Ragihandina ENKSê
Raport: Elî Fetah