ELMANYA PIŞTEVANIYA XWE JI BO YEKÎTIYA AXA SÛRIYÊ Û SERWERIYA WÊ YA TEVAHÎ PIŞTRAST DIKE.
Almanya piştevaniya xwe ji bo yekîtiya axa Sûriyê û serwerîya wê ya tevahî piştrast dike
Berpirsê karên balyozxaneya Elmanyayê li Şamê, soza welatê xwe ya yekîtiya axa Sûriyê û serweriya wê ya temamî da û girîngiya diyalogê ji bo piştgiriya pêvajoya pêşveçûn û çaksaziyê tekez kir.
Berpirsê karên balyozxaneya Elmanyayê li Şamê Gilêmens Hag di daxuyaniyên çapemeniyê de got: “Diyalog rêya herî baş e ji bo avakirina piraniya neteweyî ku piştgiriya pêşniyarên pêşketin û reformê bike”.
Berpirsê karên balyozxaneya Almanî li Şamê bang li hemû pêkhateyên civaka Sûrî kir ku di çarçoveya Sûriyayeke yekbûyî de li hev bicivin.
Hag got ku ew hêvîdar e ku Encûmena Gel ku dê di demeke nêzîk de were hilbijartin, bibe platformek ku hêzên civakî yên cuda yên welêt tê de kom bike, da ku ew bikaribin nêrînên xwe derbarê pêşeroja Sûriyê de bînin ziman
Ragihandina ENKSê
Raport: Elî Fetah