RÛSYA Û AMERÎKAYÊ LI HEV KIRIN KU POTIN Û TURAMP HEVDÎTINÊ PÊK BÎNIN.
Serokatiya Rûsyayê ragihand ku li ser cihê hevdîtina di navbera serokên Rûsyayê Vladîmêr Putin û Amerîkayê Donald Turamp de li hev kirine.
Alîkarê serokê Rûsyayê Yûrî Oşakov di daxuyanîyên rojnamevanî de got ku li ser pêşniyara alîyê Amerîkî, lihevkirina pêşî li ser lidarxistina hilcivîna Putin û Turamp di rojên pêş de hatiye kirin, û her du alîyan dest bi karê hevbeş kirine li ser hûrgilîyên amadekirina hevdîtina pêşbîn.
Nûnerê Kremlinê wiha got: “Gotin hebû ku hefteya bê wek roja muhtemel ya (civînê) were dîtin, lê her du alî niha dest bi amadekariyên rasterast dikin ji bo vê civîna girîng, û di vê qonaxê de zehmet e ku em diyar bikin amadekariyên wê çiqasî dirêj bikin. Lê belê, di hefteya bê de hevdîtinek bê kirin û em bi erênî li vê yekê dinêrin”.
Oşakov dîyar kir ku Rûsya pêşnîyar dike ku “pêşî her tiştî li ser amadekirina hevdîtina du alî ya bi Turamp re bala xwe bide” û dîyar kir ku “tiştê herî girîng ew e ku ev hevdîtin bi serkeftî û berhemdar be”.
Ragihandina ENKSê
Raport: Elî Fetah