Di çarçoveya pêşxistina xebatên hevbeş de… Şandeke ji xwecihiya rojhilatê Hesekê ya bi ser ENKSê ve,serdana ofîsa Yekîtî Kurdistanî kir.
Di pêngaveke ku girîngiya kordînasyonê di navbera pêkhateyên Encûmena Niştimanî ya Kurdî de nîşan dide, di roja Yekşemê 3/8/2025an de, şandeyek ji xwecihiya rojhilatê Hesekê ya Encûmena Niştimanî ya Kurdî, serdana ofîsa Partiya Yekîtî Kurdistanî ya Sûriyê ya li taxa Miftî ya Hesekê kir.
Şande ji aliyê endamên desteya berpirsiyar a rêxistina partiyê ya Hesekê hatibû pêşwazî kirin.
Û nîqaşeke berfireh li ser pêşketinên siyasî yên li Sûriyê bi giştî, û rewşa Kurdan bi taybetî, bi rawestandina li ser dosyaya peymana Kurdan û nêrîna siyasî ya yekgirtî ya Kurdan kir.
Di hevdîtinê de her du aliyan tekezî li ser pêwîstîya çalakkirina xebatên li ser erdê yên Encûmenên xwecihî û hevgirtina hewldanên di navbera partiyên Encûmenê de kirin, da ku bibin sedema wergerandina belgeya kurdî bo rastiyeke pratîk ku xizmeta hêviyên kolana kurdî bike.
Her wiha girîngiya berdewamkirina hevdîtinan û şêwirmendiyên di navbera aliyên tevgera siyasî ya Kurd li Sûriyê de hate tekezkirin, bi armanca xurtkirina yekitiya rêzê û pêşxistina pêvajoya siyasî ya Kurd.
Ragihandina ENKSê
Raport: Elî Fetah