Israîl pakêtek alîkariyê ya mirovahî dişîne suweyda
Wezîrê Derve yê Îsraîlê ragihand ku, paketa “alîkariya mirovahî” bi nirxa 595 hezar dolaran şandîye parêzgeha Suweyda.
Wezîrê Derve yê Îsraîlê Cedon Sahir li ser platforma X got: “Min îro (Pêncşemê, 31ê Tîrmeha 2025) ji karmendên Wezareta Derve re ferman da ku alîkariyên mirovahî yên lezgîn ji bo Durzên li herêma Suwêda bişînin”.
Sahir îdia kir ku ev alîkarî “li hember êrîşên dawî yên li ser Durziyan li Suwêda û rewşa mirovahî ya metirsîdar li herêmê” tê.
Wezîrê derve yê Îsraîlê got: “Pêka alîkariyê ya heyî, ku bi nirxê 2 milyon NIS (nêzîkî 595 hezar dolaran) e, tê de pakêtên xwarinê, alavên bijîşkî, alavên alîkariya pêşîn û derman hene, ku ji bo herêmên ku rasterast ji êrîşên tund bandor kirine”.
Cedon Sahir got, ev pakêta duyem e ku Wezareta Derve ji bo Durziyan li Sûriyê dişîne, piştî pakêta alîkariyê ya ku di meha Adara borî de hatibû şandin.
Ragihandina ENKSê
Raport:Elî Fetah