Li Sûriyê Ji destpêka sala 2025an, 487 kes bûne qurbaniyên Teqîna mayîn û paşmayên şer .
Rewangeha Sûrî ya mafê mirovan ragihand ku hîn jî ,bermahiyên şer di nav de mayînên teqemenî û neteqemenî hene ku nîgeraniyeke mezin li cem gelê Sûriyê çêdike .
Li gorî raporta tora Sûrî ya mafê mirovan, ji destpêka meha çileya 2025an, di encama teqîna mayîn û paşmayên şer li Sûriyê heta niha 487 sivîl ji wan 134 zarok û 31 jin jiyana xwe ji dest dan, û 529 kesên sivîl birîndarbûn di nav wan de 238 zarok û 14 jin.
Herwiha Rawengeha Sûrî ya mafê mirovan ragihan ku li navçeyên di bin kontrola hikûmata Şamê de 372 sivîl di nav wan de 96 zarok bûne qurbanî.
Û li navçeyên din bin kontrola hêzên Sûriya Demoqratîk (HSD)de 32 kes, di nav wan de 16 zarok û 2 jin jiyana xwe ji dest dan û 63 ê din ji wan 48 zarok û du jin birîndar bûn .
Herwiha navçeyên di bin kontrola Artêşa Niştîmanî de 83 kes di nav wan de 22 zarok û 11 jin hatin kuştin û 88 kesên din ji wan 38 zarok û 6 jin hatin birîndarkirin.
Ragihandina ENKSê
Qamişlo