NAVEROKA CIVÎNA XWECIHIYA BARZANIYÊ NEMIR(TIL TEMIR) YA BI SER ENKSÊ VE..
Xwecihiya Barzaniyê Nemir ya bi ser ENKSê ve,li bajarê Til Temir civîna xwe ya asayî di roja Pênşemê 24/7/2025an de lidarxistin.
Di destpêkê de, kêlîkek bêdeng li ser giyanên pakrewanên Kurd û Kurdistanê, û di pêşî de Barzaniyê nemir rawestiyan.Û piştre lîsta kar gengeşe kirin.
Piştre di civînê de giringtirîn xalên rojeva kar di rewşa rêxistinî û siyasî de hatin gotûbêjkirin
Rewşa rêxistinî: Rapora ku ji Ofîsa Karûbarên Encumena Xwecihî ya Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê wergirtibû hat xwendin
û naveroka wê jî, hate nîqaşkirin.
Herwiha civat rawestiya li ser darxistina Kongirê giştî yê ENKSê yê bê lidarxistin.
Di mijara siyasî de behsa bûyerên ku li herêmê bi giştî û li herêmên me bi taybetî diqewimin û ya herî girîng bûyerên xwînrêj ên li bajarê Suweyda û encamên wê li ser tevahiya erdnîgariya Sûriyê kirin. Di civînê de, di derbarê erkê dewletê de tekez kirin ku pêşî li tunekirina navxweyî ya Sûrî-Sûrî bigire û di çareserkirina pirsgirêkên nakokiyan de serî li şîdet û kuştinê nade. Di civînê de hat diyarkirin ku diyalogeke berfireh di navbera gelê Sûriyê de tenê çareseriya pirsgirêkên nakokiyên heyî ye û mafên hemû pêkhateyên Sûriyeyê û bi taybet gelê me yê Kurd e ku di bin sîstemên ku desthilatdariyê li Sûriyeyê wergirtine de rastî neheqiyê û binpêkirinê hatine.
Ragihandina ENKSê
Raport:Elî Fetah