XWECIHIYA DIRBÊSIYÊ CIVÎNA XWE YA ASAYÎ LI DAR XISTIN .
Encûmena xwecihî ya bajarê Dirbêsiyê û gundewarê wê ya bi ser ENKSê ve,encûmena Pakrewan Ciwan Elqutna, di roja Sêşemê 22.7.2025an de, civîna xwe ya asayî lidarxist.
Di destpêkê de,xwecihî kêlîkek bêdeng li ser giyanên pakrewanên Kurd û Kurdistanê, û di pêşî de Barzaniyê Nemir rawestiyan.Û piştre lîsta kar gengeşe kirin.
Di civînê de, behsa rewşa rêxistinî bû û amadebûyan rewşa rêxistinî bi taybet rapora ku ji ofîsa karûbarê Encûmenên xwecihî yên bi ser ENKSê ve, hate wergirtin, hate nîqaşkirin.
Di rewşa siyasî de, nûçeyên li qada Sûriyê hatin nîqaşkirin, bi taybetî rewşa Suweyda ya herî dawî.
Her wiha rewşa kurdî, ku di civînê de encamên konferansa yekrêzî û yekhelwesta kurdî û piştî avakirina şandeya hevbeş a kurdî ji bo danûstandinên ligel hikumeta Şamê, di çarçoveya lêgerîna çareseriya siyasî ya doza kurdî de.
Di civînê de behsa pêşketinên herêmî û navneteweyî jî hatin gotûbêjkirin.


Ragihandina ENKSê
Raport:Elî Fetah