ORFA: ŞANDEKE JI PARTIYA “HAK PAR” SERDANA NAVENDA ENKSê KIR.
Şandeke ji partiya “HAK PAR” serdana navenda Encûmena Niştimanî ya Kurd li Orfa kir
Di çarçoveya xurtkirina têkiliyên dualî de, Encumena xwecihî ya Encûmena Niştimanî ya Kurd li Orfa, roja Çarşemê 2ê Tîrmeha 2025an, şandeyeke bilind a ji Partîya Maf an Azadî (HAK-PAR) re pêşwazî kir, bi serokatiya birêz Ozkur Qablan, serokê partîyê, û endamên wê birêz Wasif Qahreman, serokê rêxistina Diyarbekirê, û birêz Bahçet Tektekîn, serokê rêxistina Batman. Birêz Ahmed CalişXan.
Her wiha şande ji aliyê Serokê xwecihiya Encûmena Niştimanî ya Kurd li Orfa, M. Muslim Mihemed, li gel M. Îbrahîm Paşa El-Melî, endamê Komîteya Têkiliyan, M. Suhêl Ehmed, serokê ofîsa Çandê û mamosta Arîn Mele Îsa, endama Encûmenê, ve hatin pêşwazîkirin.
Her du aliyan di hevdîtinê de, li ser hemû pêşketinên siyasî yên li herêmê axivîn û tekezî li ser pêwîstîya çareseriyên aştîyane û demokratîk kirin ku dawî li nakokiyan bîne û edaletê pêk bîne. Di vê çarçoveyê de, serokê Encumena xwecihî helwesta Encumenê ya piştgiriya diyaloga li Tirkiyeyê ya ji bo bidawîkirina operasyonên leşkerî û pêşvebirina çareseriya aştiyane ya demokratîk ku mafên rewa yên gelê Kurd misoger bike û yekitiya welat biparêze, nû kir.
Ji aliyê xwe ve, serokê partiya “HAK PAR” piştrast kir ku partiya wî bi tevahî bi hêviyên gelê Kurd li Sûriyê re li hemberî azadî û rûmetê re hevgirtî ye, û tekez kir ku doza Kurd dozeke neteweyî ya adil e, û divê çareseriya wê aştîyane û demokratîk be di çarçoveya avakirina Sûriyeke nû de, federalîyeke demokratîk, ku ji bo hemû pêkhateyên wê .
Di dawiya hevdîtinê de, her du aliyan girîngiya berdewamkirina hevkarî û kordîneya hevbeş, xurtkirina têkiliyên biratî da ku xizmeta nirxên demokrasiyê bike, û hewldanên aştî û aramî li herêmê piştgirî bike.
Ragihandina ENKSê
Raport: Elî Fetah