Sûriyê… Şewata daristanan li deverên cûda yên Sûriyê û metirsiya wê ser jiyana xelkê.
Şewata daristanan li navçeyên cuda yên Sûriyê berdewam e û ev yek metirsiyê ser jiyana welatiyan dike ku agir bigihêje malên wan , ku roja Duşemê, 30ê Hezîranê, 32 agir bi zeviyan ket ku 23 ji wan daristan bûn, ku rêjeya herî mezin a wan şewatan li parêzgeha Laziqiyê bû, û 17 agirên daristanan li van deveran (Wadî Basûr, ku agirê herî mezin e, Şelaf, Kefrte, Îstamo, derdora Ceblê, Rîhaniye, Meşrefiye, Ruweysê Hecal, Eyn Elban, Hemîm, Ras El Eyn, Qencer, Daxmeşliye, Reqîq, Eydo, Bseysîn û Lîwaya 107an) çêbûn.
Û Tîmên agirkûjiyê yên parastina sivîl a Sûriyê, û tîmên agirkûjiyê yên çandiniyê ji bo vemirandina agir xebata xwe dikin.
Herwiha di heman demê de li Tertusê du agir li gundên Neqîb û Xenimiye, û du agirên din li gundewarê Hema li ser rêya di navbera gundê Qebr Fida û gundê Resif de çêbûn, û tîman heta duh xebata xwe berdewam kirin.
Û ji aliyekî din ve ku ev agir û şewata daristanan metirsiyê li ser jiyana welatiyên sivîl dike , ku Agir bi otomobîl, xanî û dikanên sivîlan di nav xwe de girtin. Çar ji van agiran li Idlib û gundewarê wê, sê li Heleb û gundewarê wê, û du li Şam û gundewarê wê bûn.
Tîmên agirkujiyê piraniya van agiran vemirandin û heta sibeha Sêşemê, 1ê Tîrmehê, hin ji wan li herêma peravê Sûriyeyê vemirandin.
Ragihandina ENKSê
Qamişlo