12 SAL LI SER KOMKUJIYA AMÛDÊ RE DERBAS DIBE..
Di roja Înê 27.6.2025an de,
Xwecehiya Amûdê ya bi ser ENKSê ve, 12emîn salvegera Komkujiya Amûdê li goristana Şermola ya bajarê Amûdê vejandin.
Herwiha di vê bûneyê de, bi beşdarbûna nûnerên partiyên siyasî,rewşenbîr ,nûnerên civaka sivîl û malbatên şehîdan beşdar bûn,
Di destpêkê de,bi navê xwecihiya Amûdê bixêr hatina hemû beşdaran hat kirin.
Herwiha kêlîkek bêdeng li ser giyanê pakrewanên kurd û kurdistanê û yê Barzaniyê nemir û bi taybet li ser giyanê pakrewanên komkujiya Amûdê bi Sirûda Ey Reqîb hate rawestandin.
Her wiha wêneyên şehîdan û Aleya kurdistanê û siloganên şermezarkirina komkujiyê û daxwazên dadê û sizadana tewanbaran hatin bilindkirin .
Herwiha gotina xwecihiya Amûdê ji aliyê serokê xwecihiyê ve hat pêşkêşkirin.
Di axaftina serokê xwecihiya Amûdê de, bal hate kişandin ser hûrgilîyên komkujiyê û tekez li ser pêwîstiya ku dadwerî pêk were û sûcdar werin berpirsyarkirin.
Herweha Ebdulbaqî Seyda gotina malbatên pakrewanan xwend û got:
“Ev bîranîn ne tenê ji bo vegerandina êşê ye, ev jî peyameke zelal e ku xwîna rijandinê nayê jibîrkirin, û em ê têkoşîna xwe ya ji bo edalet û hesabpirsînê bidomînin. ⁇
“Dadwerî ji bo qurbaniyên komkujiya Amûdê”
[ ] Di dawiyê de jî gurzên Gulan li ser gorên pakrewanan hatin danîn û wênê Fatîhê hat xwendin.
Ragihandina ENKSê
Raport:Elî Fetah