NAVEROKA CIVÎNA XWECIHIYA SERÊ KANIYÊ YA ASAYÎ.
Encûmena xwecihî ya bajarê Serê Kaniyê ya bi ser ENKSê ve,di roja Yekşemê 22.6.2025an de, civîna xwe ya asayî lidarxist.
Di destpêkê de, xwecihî kêlîkek bêdeng li ser giyanên pakrewanên Kurd û Kurdistanê, û di pêşî de Barzaniyê Nemir rawestiyan.Û piştre lîsta kar gengeşe kirin.
Piştre amadebûyan rewşa rêxistinî bi taybet rapora ku ji ofîsa karûbarê Encûmenên xwecihî yên bi ser ENKSê ve, hate wergirtin,hate nîqaşkirin.
Herwiha tekezî li ser pabendbûna bi civînên asayî û pabendbûna bi siyaset û biryarên Encûmena Niştimanî ya Kurdî hate kirin.Û beşdarbûna hemû çalakiyan bibin.
Di rewşa siyasî de, hemû bûyer û pêşhatên siyasî li ser hemû astên navdewletî, herêmî û navxweyî hatin gotûbêjkirin, û bûyerên dawî yên li Sûriyê bi berfirehî hatin gotûbêjkirin.
Civat bidirêjahî li ser bûyerên dawî yên li herêmê, bi taybetî şerê Îran û Îsraîlê, gelek hişyarî hatin dayîn.
û bi taybetî civat,li ser avakirina şandeyeke hevbeş û helwesta siyasî ya yekgirtî ya nûnertiya gelê kurd di danûstandinên bi Şamê re ji bo tesbîtkirina mafên gelê kurd di destûra welêt de û avakirina dewleteke demokratîk a pirreng jî rawestiyan.
Ragihandina ENKSê
Raport:Elî Fetah.