EFRÎN: ŞANDEKE JI XWECIHIYA EFRÎNÊ YA BI SER ENKSÊ VE SERDANA BERPIRSÊ HERÊMA EFRÎNÊ KIR.
Şandeke ji xwecihiya Efrînê ya bi ser Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê bi serokatiya Ehmed Hesen,di roja Çarşemê 18/6/2025an de,serdana berpirsê Herêma Efrînê Mesûd Batal kir.Her wiha Cîgirê Serokê Encûmena Niştimanî ya Efrînê Mihemed Şêx Reşîd jî serdana wî kiribû.
Di destpêkê de şandê pîrozbahî li birêz Mesûd Batal kir ku birêvebiriya herêma Efrînê wergirt û şandê bi ala Sûrî û ala Kurdistanî ji wî re pêşkêş kir.
Axavtin li ser Sûriyeya nû piştî hilweşandina rêjîma dîktatorî û revîna zordar û dîktator Beşar Esed, divê Sûriyeke demokratîk, piralîter, parlamenter, federal be ku hemû kes azadî û rûmetê tê de hebe.
Her wiha di hevdîtinê de, behsa êş û azarên şêniyên Efrînê ji bermayên çeteyan, binpêkirin, bac, desteserkirina mal û milkên xelkê û binçavkirina ciwanan bi awayekî neheq ji bo Şantajkirina madî kirin.
Her wiha şanda xwecihiya Efrînê ya bi ser ENKSê ve, bal kişand ku rêveberiya herêma Efrînê bi awayekî ewle û îdarî di destê xelkên wê de be û hin mijarên din jî hatin gengeşe kirin.
Ragihandina ENKSê
Raport: Elî Fetah