QAMIŞLO..YJK_S, AHINGEK LI DARXIST.
Roja duşemê 16 ê Pûşbera 2025an, Yekîtiya Jinên Kurdistan_Sûriya, bi boneya belavkirina bawernameyan li ser derçûyên xuleya zimanê Kurdî li Ofîsa PDK_Sê, ahingek li darxist.
Di destpêkê de xuleke bêdeng li ser giyanê pakrewanên Kurd û Kurdistanê û serwerê wan Barzaniyê nemir rawestiyan.
Herwiha di vê çalakiyê de M, Mihemed Salih berpirsê giştî yê rêxistinên jin û ciwanan gotinek pêşkêş kir û têde derbarî giringiya ziman di pêşxistina miletan de û rol û hebûna zimanê Kurdî di avakirina civakê de , û da zanîn ku pêwîste her kes bi zimanê dayîkê bi xwîne û fêrbibe ji ber ku ziman nasnameya gelan e.
Û Birêz Mihemed Salih pirtoka Serok Barzanî diyarî Yekîtiya Jinê kir .
Û pişrte bawername li ser hemû endam û şagirtan hatin belavkirin .
Ev ahing geş û xweş bû bi amadebûna Koma Narîn ya huner û filklora Kurdî bi çend stran li ser zimanê Kurdî çalakî bi dawî kir.
Ragihandina ENK Sê
Qamişlo