Zêdetirî 425 hezar penaber ji welatên cîran vegeriyane Sûriyê.
Di heyama 6 mehan de zêdetirî 400 hezar penaberên Sûrî ji welatên cîran vegeriyan e Sûriyê.
Di vê derbarê de rêveberê desteya giştî ya xalên bejayî û deriyayî got , ku ji dema ketina rêjîma Esed ve di berçileya 2024an, heta Hezêrana 2025an, zêdetirî 400 hezar penaber ji Turkiyê , Iraq, Lubnan, Urdon, vegeriyan e welatê xwe .
Ku hin jî bi awayekî demkî û hin jî bi awayekî herdem
vegeriyane.
Ku piştî 14 sal ji şer û kuştin û revandinê ji aliyê rêjîma rûxandî ya Esed ve û rewşa xirab beşekî mezin ji malbatan ji gund û bajarên xwe koçberî welatên din bûn.
Herwiha Tê zanîn ku di 27ê çileya pêşin şer û pevçûn di navbera hêzên rêjîma Sûriyê û Komên girêdayî Heyeta Tehrîr El Şamê (HTŞ) destpêkir û êrişî Îdlib û Helebê hate kirin.
Û Heyet Tehrîr Elşam di 28ê Çileya Paşîn navenda Helebê bidestxistin.
Piştî kontrolkirina Humsê Heyet Tehrîr Elşam kontrolkirina Şama paytexta Sûriyeyê ragihand .
Û roja 8 ê Çieya Pêşin 2024an, desthilata Beşar Elesed ket , û bû rojeke nû dîrokeke nû ji bo hemû Sûriyan.
Ragihandina ENKSê
Qamişlo