NAVEROKA CIVÎNA XWECIHIYA KOBANÊ YA BI SER ENKSÊ VE.
Encûmena xwecihî ya bajarê Kobanê ya bi ser ENKSê ve,li bajarê Kobanê di roja Sêşemê 27.5.2025an de, civîna xwe ya asayî lidarxist.
Piştî deqeyeke rêzgirtinê ji bo şehîdên gelê Kurd û Kurdistanê û di pêşî de Barzaniyê nemir.Lîsta kar gengeşe kirin
Di civînê de, behsa rewşa rêxistinî bû û amadebûyan rewşa rêxistinî bi taybet rapora ku ji ofîsa karûbarê Encûmenên xwecihî yên bi ser ENKSê ve, hate wergirtin, hate nîqaşkirin.
Di warê rêxistinî de,tekezî li ser beşdarbûna civînên mehane yên xwecihiyê.Herwiha tekezî ji bo beşdarbûna hemû çalakiyên xwecihiyê û xebata hevbeş ji bo bilindkirina hevkarî û
têkiliya bi girseyî re.
Rewşa siyasî ya herêmî û navneteweyî bi berfirehî hate nîqaşkirin û giraniya xwe dan encamên konferansa yekrêzî û yekhlwesta kurdan ku li bajarê Qamişlo di 26 /4/ 2025an de hate lidarxistin û her wiha mekanîzmaya avakirina şandeya hevbeş a kurdan hate nîqaşkirin.
Ragihandina ENKSê
Raport:Elî Fetah