AMÛDÊ:BI HELKEFTA ROJA ZIMANÊ KURDÎ ŞEVBIHÊRKEK HUNERÎ HAT LIDARXIST.
Bi boneya Roja Zimanê Kurdî, Tevgera Ciwanên Demokratîk desteya Amûdê.şevbihêrkek hunerî ,li navenda partiya Yekîtî Kurdistanî. Sûriye li bajarê Amûdê di roja çarşemê 14/5/2025a de, lidarxistin.
Hemû aliyên beşdar, ji aliyê mamoste Idrîs Hac Tahir ve hatin pêşwazîkirin.
Helkeft bi kêlîkek bêdeng li ser giyanên şehîdên Kurd û Kurdistanî û di pêşengiya wan de bavê ruhî yê Kurdî nemir Mela Mûstafa EBarzanî dest pêkir.
Her wiha Hemze Ismaîl Kordînerê giştî yê Tevgera Ciwanên Demokrat axaftinek kir.Û têde got, bi boneya Roja Zimanê Kurdî li bajarê Amûdê şeveke hunerî û helbestî me amade kir. Bi amadebûna gelek kesayetiyên siyasî û civakî û komek ji nivîskar, helbestvan û hunermendan… Baweriya me bi girîngiya parastina zimanê me yê zikmakî û hewldanên me ji bo tesbîtkirina mafên me yên destûrî ku zimanê kurdî bibe zimanê fermî li welatê me li gel zimanê erebî.
Mamoste Ismaîl Sînan, mamosteyê zimanê kurdî li navenda Celadet Bederxan jî axaftinek kir.
Di şahiyê de helbestên bi zimanê kurdî ji aliyê helbestvan Imran Mintiş û Azadî Osî ve ji bajarê Hesekê hatin pêşkêşkirin.
Û stranên foliklorî ji aliyê hunermend Dilkeş Tildarî ji bajarê Dêrikê hatin pêşkêşkirin.
Her wiha koma foliklorî ya Yekîtî Kurdistanî bi stranên li ser ziman û stranên kurdî beşdar bûn.
Helkeft bi gelek stranên netewî bi dawî bû.
Ragihandina ENKSê
Raport:Elî Fetah.