HESEKÊ: PYDKê CEJNA ROJNAMEGERIYA KURDÎ VEJAND.
Partiya Yekîtiya Demokratîk a Kurdistanî roja Çarşemê 23ê Nîsanê,cejna Rojnamegeriya Kurdî, li ofîsa partiyê ya li bajarê Hesekê vejand.
Ahing bi rawestandina kêlîkek bêdeng li ser giyanên pakrewanên Kurd û Kurdistanê û bi taybet li ser giyanê mîr Miqdad Midhet Bedirxan dest pê kir.
Gotina Partiya Yekîtiya Demokratîk a Kurdistanî ji aliyê sekretêra partiyê Fesla Yûsif ve, hate pêşkêş kirin.
Yûsif behsa
dîroka yekemîn rojnameya kurdî ya ku di sala 1898an de li paytexta Misirê (Qahîrê) ji aliyê mîr Miqdad Midhet Bedirxan ve hatiye çapkirin kir.
Yûsif vê rojê ji bo hemû rojnamevan û medyayvanên kurd ên li Kurdistana Sûriyê pîroz kir, ku di xizmeta doza kurd li Sûriyê de têkoşîn kirine.
Endama desteya serokatiya ENKSê,behsa konferansa Kurd kir ku dê roja Şemiyê di 26ê Nîsanê de, bê lidarxistin û pîrozbahî li gelê Kurd li Sûriyê kir ji bo vê serkeftinê, û pesna rola sereke ya Serok Mesûd Barzanî da ku ev diyalog biserkeve da ku bigihêje helwesta yekgirtî ya Kurdan û şandeyeke yekgirtî ji bo danûstandina bi Şamê re.
Zibêr Mûsa, serokê xwecihiya rojhilatê Hesekê ya bi ser Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê ve, axaftinek kir, ku di axavtina xwe de, Roja Rojnamevaniya Kurdî pîroz kir, û behsa dîrok û beşdarbûna Bedirxanîyan di dewlemendkirina pirtûkxaneya Kurdî bi giştî kir
Her wiha Koma Mîtan ya folklora kurdî çend dîlanên folklorî pêşkêş kirin,her wiha hunermend Masûm Şekakî û ciwan Azad Şekakî jî, stranên neteweyî û cûda pêşkêş kirin.
Di 22ê Nîsanê de her sal Cejna Rojnamegeriya Kurdî tê pîrozkirin. Di vê roja sala 1898an de, mîr Miqdad Midhet Bedirxan yekem rojnamegeriya Kurdî bi navê (Kurdistan) li paytexta Misrê, Qahîra, çap kir.
Ragihandina ENKSê
Raport: Elî Fetah