ŞANDEKE XORTÊN SERÊKANIYÊ SERDANA BARGEHA NÛNERATIYA HERÊMA KURDISTANÊ YA ENKS KIR..
Nûneratiya ENKSê li Herêma Kurdistanê pêşwaziya şandeke (Xortên Serêkaniyê) kir.
Di roja Duşemê 14.4.2025 an de, nûneratiya Herêma Kurdistanê ya Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê pêşwaziya şandeke Xortên Serêkaniyê kir û pîrozbahî li nûneratiya Herêma Kurdistanê ya Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê li ser hilbijartinên wê yên dawî kir.
Şande li baregeha xwe ya li Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê ji aliyê serok û endamên nûneratiyê ve hatin pêşwazîkirin.
Piştî ku şandê pîrozbahî li nûneratiyê kir ji bo hilbijartinên vê dawiyê, hilbijartina serok û rêvebiriya nû, û piştre li ser rewşa herêma Serêkaniyê û kêşeyên li pêş wan hatin gotûbêjkirin.Û çawaniya derxistina komên çekdar û çeteyan û piştrastkirina vegera xelkê Serê Kaniyê li ser mal û milkên xwe, wek ku li Efrînê diqewime.
Ragihandina ENKSê
Raport:Elî Fetah