NÛNERATIYA HERÊMA KURDISTANÊ YA (ENKS) PÊŞWAZIYA ŞANDEKE (P.D.P.K.S )KIR.
Nûnertiya Herêma Kurdistanê ya ENKSê pêşwaziya Şandeke
Partiya Demokrata Pêşverû ya Kurd li Sûriyê kir.
Şandeke Partiya Demokrata Pêşverû ya Kurd li Sûriyê di roja Pêncşemê 10/ 4/ 2025an de, serdana navenda nûnertiya Herêma Kurdistanê ya Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Hewlêrê kir
Şande ji her yek van birêzan pêk dihat
1_ Salih Cemîl Axa Elmilî .. Endamê Komîteya Navendî û Berpirsê Têkiliyên Herêma Kurdistanê
2- Osman Bozan Elehmed, endamê Komîteya Herêmî 3- Ebdulhemîd Derwîş, endamê komîteya Herêmî.
4 – Şahîn Hesûn,Kadroyê partiyê.
Şande ji hêla serok û endamên nûnertiyê ve, hatin pêşwazîkirin
Şandê, ji bo hilbijartinên nûnertiyê yên dawî pîroz kir.
Di vê serdanê de, li ser nûtirîn nûçeyên yekgirtina rêza Kurdan û pêwîstiya avakirina şandeyeke hevbeş a Kurdan ji bo daxwaza mafên gelê Kurd li Sûriyê hate rawestandin.
Ragihandina ENKSê
Raport: Elî Fetah