TIL TEMIR:NAVEROKA CIVÎNA XWECIHIYA BARZANIYÊ NEMIR YA BI SER ENKSÊ VE..
Xwecihiya Barzaniyê Nemir ya bi ser ENKSê ve,bi amadebûna piraniya endamên xwecihiyê,li bajarê Til Temir civîna xwe ya asayî di roja pêncşemê 27/3/2023an de lidarxistin.
Di destpêkê de, kêlîkek bêdeng li ser giyanên pakrewanên Kurd û Kurdistanê, û di pêşî de Barzaniyê nemir rawestiyan.Û piştre lîsta kar gengeşe kirin.
Piştre di civînê de giringtirîn xalên rojeva kar di rewşa rêxistinî û siyasî de hatin gotûbêjkirin
Rewşa rêxistinî: Rapora ku ji Ofîsa Karûbarên Encumena Xwecihî ya Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê wergirtibû hat xwendin
û naveroka wê jî, hate nîqaşkirin.
Wê her wiha daxwaz kir ku pabendbûna bi bûyer û çalakiyên civakî û kirina bêtir kar ji bo pêşxistina xwecihiyê.
Û Tekez li ser pabendbûna bi siyaseta Encûmena Niştimanî ya Kurdî hate kirin.
Di vê çarçoveyê de, ji bo pêgirî, amadebûn, pêkhatina erkên xwe û pêkanîna erkên xwe yên taybet di çalakiyan û şahiyên meha Adarê de, ku ji 1/3/2025an roja 46emîn salvegera koçkirina dawî ya Barzaniyê nemir û piştre roja cîhanî ya jinan, serhildana 2004, jidayikbûna Barzaniyê nemir, bombebarana kîmyewî ya Helebceyê û cejna Newrozê, cejna neteweyî ya gelê Kurd de, hat piştrastkirin û spasiya hemû endaman hate kirin.
Di warê siyasî de: Pêşhatên dawî û pêşhatên siyasî yên li qada navneteweyî, navçeyî û navxweyî hatin gotûbêjkirin.
Û bi dirêjahî li ser diyaloga Kurdî-Kurdî û bi taybetî li ser avakirina şandeyeke hevbeş û helwesta siyasî ya yekgirtî ya nûnertiya gelê kurd di danûstandinên bi Şamê re ji bo tesbîtkirina mafên gelê kurd di destûra welêt de û avakirina dewleteke demokratîk û pirreng û ne navendî rawestiyan.
û civîna dawî ya di navbera ENKSê û PYDê bi amadebûna General Mazlum Ebdî û hevpeymaniya navdewletî.
Ragihandina ENKSê
Raport:Elî Fetah