Thursday, November 6, 2025
  • Language:
  • Arabic
  • English
  • German
  • Nûçeyên Kurdistanî
  • Nûçeyên Cîhan
  • Weşanên ENKS
  • Çand û Huner
  • Nûçeyên Bilez
  • Çalakî
  • Rojnameya ENKS
Bê encam
Hemû Encaman Bibîne
  • Nûçeyên Kurdistanî
  • Nûçeyên Cîhan
  • Weşanên ENKS
  • Çand û Huner
  • Nûçeyên Bilez
  • Çalakî
  • Rojnameya ENKS
Bê encam
Hemû Encaman Bibîne
Ragihandina Encûmena Niştîmanî kurdî li Sûriyê
Bê encam
Hemû Encaman Bibîne

ROJBÛNA BAVÊ NETWA KURD MELA MISTEFA BARZANÎ JI ALIYÊ HER DU XWECIHIYÊN HESEKÊ VE HAT VEJANDIN.

March 14, 2025
in Uncategorized
0
0
PARVEKIRIN
226
DÎTIN
Share on FacebookShare on Twitter

ROJBÛNA BAVÊ NETWA KURD MELA MISTEFA BARZANÎ JI ALIYÊ HER DU XWECIHIYÊN HESEKÊ VE HAT VEJANDIN.

1903z……2025z

Her Sal di 14ê avdarê de,gelê Kurd li seranserî Cîhanê bîranîna rojbûna bavê neteweya Kurd Mela Mistefa Barzanî vedijînin.

Di roja Înyê 14.3.2025an de,bîranîna salvegera 122 saleya rojbûna Barzaniyê nemir bi çandiniya daran li gundê Cemîliyê ji aliyê her du xwecihiyên bajarê Hesekê ya rojava û rojhilat yên bi ser ENKSê ve, hat vejandin.

Di destpêkê de,hemû beşdar hatin bixêrhatin, û piştre kêlîkek bêdeng li ser giyanên pakrewanên Kurd û Kurdistanê, û di pêşî de Barzaniyê Nemir rawestiyan.

Serokê xwecihiya rojhilatê Heskê ya bi ser ENKSê ve, Zibêr Mûsa, axaftinek kir û behsa qonaxên jiyanê û şoreşên Barzanî kir.
Mûsa di axaftina xwe de tekez kir ku ewê li ser rêbaza Barzanî bimînin.

Her wiha Mûsa, diaxavtina xwe, destûra bingehîn ya li Şamê red kir û banga Sûriyeyeke piralî, ne navendî, pirneteweyî û pir olî kir.

Piştre li gundê Cemîliyê, li gundewarê bakurê Heskê hin dar çandin.

Hêjayî gotinê ye ku rêberê nemir Mela Mistefa Barzanî (1903-1979) roja çardehê Adarê li gundê Barzan ê başûrê Kurdistanê ji dayîk bûye.

Ji zarokatiya xwe ve di nava têkoşîna gelê Kurd a li dijî rejîmên dagîrkerên Kurdistanê de cih girtiye, ji bilî beşdarbûna şoreşên Şêx Mehmûd Elhefîd (Silêmanî 1919) û Şêx Se’îd pîran (AMD 1925).

di sala 1946an de di avakirina Komara Kurdî ya Mehabadê de di pêşengiya Hakim Mihemed de, di sala 1946an de jî pêşengiya her du şoreşên herî mezin kir.Di dîroka kurdên başûrê Kurdistanê de (Îlon û Gulan).

Ragihandina ENKSê
Raport:Elî Fetah.

ShareTweetPin
Nivîsa Berê

Kurtejiyana Bavê nemir Mela Mistefa Barzanî ..

Nivîsa Paşîn

BCFê… Serdana gora nemiran li devera Barzan hate kirin.

Nivîsa Paşîn
BCFê… Serdana gora nemiran li devera Barzan hate kirin.

BCFê... Serdana gora nemiran li devera Barzan hate kirin.

Leave a Reply Cancel reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

  • Nûçeyên Kurdistanî
  • Nûçeyên Cîhan
  • Weşanên ENKS
  • Çand û Huner
  • Nûçeyên Bilez
  • Çalakî
  • Rojnameya ENKS

Hemû maf parastî ne

Bê encam
Hemû Encaman Bibîne
  • Nûçeyên Kurdistanî
  • Nûçeyên Cîhan
  • Weşanên ENKS
  • Çand û Huner
  • Nûçeyên Bilez
  • Çalakî
  • Rojnameya ENKS

Hemû maf parastî ne