المجلس الوطني الكوردي في سوريا

NAVEROKA CIVATA AWARTE YA XWECIHIYA AMÛDÊ YA BI SER ENKSê VE.

0 74

NAVEROKA CIVATA AWARTE YA XWECIHIYA AMÛDÊ YA BI SER ENKSê VE.

Encûmena xwecihî ya Encûmena Niştimanî ya Kurd li bajarê Amûdê di roja pêncşemê 13.3.2025’an de, civîneke awarte bi beşdarbûna serokê ofîsa karûbarên encûmenên xwecihî yên bi ser ENKSê ve,birêz Neşet Zaza û mamoste Ilyas Hemo endamê wê li navenda xwecihiê lidarxist.

Di destpêkê de,hemû beşdar hatin bixêrhatin ji aliyê serokê xwecihiyê birêz Abdirezaq Hac Qasim ve, û piştre xwecihî kêlîkek bêdeng li ser giyanên pakrewanên Kurd û Kurdistanê, û di pêşî de Barzaniyê Nemir rawestiyan.Û piştre lîsta kar gengeşe kirin.

Her wiha civat ji bo amadekariyên ji bo pîrozbahiyên Newrozê, ku helkeftek girîng a neteweyî û çandî ye, hatin gotûbêjkirin.Her wiha girîngiya xurtkirina ruhê neteweyî û yekitiya civakî bi rêya çalakiyên ku li bajar bêne lidarxistin, hate tekezkirin.

Rewşa siyasî mamoste Neşet Zaza nûtirîn nûçe û pêşketinên li ser qada Sûriyê, bi taybetî diyaloga kurdî-kurdî û avakirina şandeyeke hevbeş û helwesta siyasî ya hevbeş şirovekir. Herwiha behsa helwesta Encûmena Niştimanî ya Kurd li ser hikûmeta nû ya Sûrî kir, bi taybetî piştî ku wan konferansa diyalogê ya niştimanî li Şamê li dar xist.


Ragihandina ENKSê
Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.