المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Serhildana 12ê Adarê hate bibîranîn.

0 70

Serhildana 12ê Adarê hate bibîranîn.

Roja şemiyê “11 ê “Avdara” 2025″ an, boneya salvegera” 21″ emîn li ser derbasbûna bîranîna pakrewanên “12” Avdarê, xelkên Rojavayê Kurdistanê dest bi vêxistina mûman kir .

Herwiha di derbarî çîroka vê serhildanê , serhildana 12 ê Adarê ku çirûskên wê ji bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê destpêkir û paşî gihişte hemû bajar û bajarokên Kurdistana Sûriyê.

tê zanîn ku “êvara” 12″ Avdarê wek rojeke taybet di dîroka milet kurd de, ku serhildanek ji bajarê Qamişlo dest pê kir dijî rêjîma Esed ku bi dehan ji gelê me bûn pakrewan û bi sedan birîndar bûn û bi hezaran hatin bin çavkirin ji ber vê yekê , vêxistina mûman wekî rêzgirtinekê ji xwîna wan re.

 

Û ji rexekî dî ve tê zanîn ku di roja “12”Avdara” 2004″ an, di lîstika footbolê de, di navbera Tîma Cîhad ya Qamişlo, û Tîma Fitiwê ya Dêrezorê, û herwiha alîgirên Tîma Fitiwê yên erebên şofînî û bi piştgirtiya rêjîma berê ku bi hin çekên curbicur êrîş bi ser welatiyên kurd ên alîgirê Tîma Cîhad kirin.

 

Û herwiha ji ber vê yekê her sal êvara 12ê Avdarê de, her sal mûm ji aliyê gelê kurd ve tê vêxistin li pêşiya mal û kolanên xwe, ji bo bîranîna pakrewanên serhildana Qamişlo.

Ragihandina ENKSê
Qamişlo

Leave A Reply

Your email address will not be published.