KOMÎTEYA TÊKILIYÊN NÛNERTIYA ENKSê YA HERÊMA KURDISTANÊ BI OFÎSA TÊKILIYÊN DERVE YA PDKê RE CIVIYA
Komîteya Têkiliyên Nûnertiya ENKSê ya Herêma Kurdistanê bi Ofîsa Têkiliyên Derve ya PDKê re civiya
Di roja yekşemê 16.2.2025an de,Komîteya Têkiliyên Nûnertiya Herêma Kurdistanê ya Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê bi ofîsa siyasî ya (PDKê) beşê Têkiliyên Derve re li Bîrmam Selaheddîn civiya.
Komîteya Têkiliyan ji van rêzdariyan pêk dihat: (Cedan Elî, serokê nûnerê, Raman Mele, Sehîd Hemê, Newaf Reşîd,Fadil Delî û Sara Elî)
Şande bi germî ji aliyê:
– Birêz Hoşiyar Suweylî, berpirsê Ofîsa Têkiliyên Derve.
– Birêz Rêzkar Hemîd Şerîf, berpirsê beşê herêmî, û çend endamên ofîsa peywendîyan,ve hatin pêşwazîkirin.
Her du aliyan rewşa siyasî ya li ser asta herêmî û navneteweyî gotûbêj kirin, bi taybetî li ser doza Kurd û pêşketinên dawî li herêmê.
Her wiha rewşa penaberan li Herêma Kurdistanê û astengiyên ku rûbirûyê wan dibin, bi armanca ku bi kordînasyona aliyên peywendîdar bikin mekanîzmayeke hevkarî ji bo çareserkirina wan, hate ronîkirin.
Ragihandina ENKSê
Raport: Elî Fetah