HEJMARA QURBANIYÊN TEQÎNA MINBICÊ GIHÎŞT 13 KESAN.
Hejmara qurbaniyên teqîna Minbicê gihîşt 13 kesan.
Hejmara qurbaniyên teqîna otomobîla bombebarkirî li bajarê Minbicê li rojhilatê Helebê gihişt 13 kesan, piştî ku hat piştrastkirin ku 4 sivîl hatine kuştin, di nav de du zarok û jinek û 9 kesên din jî birîndar bûne.
Berevaniya Sivîl a Sûrî “Helmetên Spî” ragihand ku teqîna şeva Şemiyê 1ê Sibatê 2025an, bû sedema kuştina 4 sivîlên di nav de du zarok û jinek.
Çavkaniyê da zanîn ku di encama teqînê de 4 zarok jî di nav de 9 sivîl birîndar bûne.
Ragihandina ENKSê
Raport: Elî Fetah