ÇEKDARAN LI BAJARÊ HEMA 10 KES KUŞTINE.
Çekdaran li gundewarê bajarê Hema 10 kes kuştine.
Çavkaniyeke mafên mirovan a Sûrî eşkere kir ku çekdaran li gundekî gundewarê rojavayê bajarê Hemayê nêzî 10 kesan kuştine.
Çavdêrîya Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku çekdaran li gundê Arza yê bakurê rojavayê Hemayê ku welatiyên wê ji ola Elewî ye, 8 welatiyên wî gundî kuştine.
Li gor çavkaniyê, çekdaran li derîyên malan li gund xistine û gule li welatiyan xistine, berî ku ew birevin aliyeke nenas.
Li gor çavdêriya Sûrî ya mafên mirovan, ji destpêka sala 2025an vir ve, li parêzgehên cuda yên Sûriyê, hejmara kiryarên tolhildanê û tasfiyekirinê gihiştiye 105 operasyonan, 218 kes bûne qurbanî (212 mêr, 5 jin û zarokek).
Ragihandina ENKSê
Raport:Elî Fetah


