المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Teqîna mayîn û paşmayên şer li Sûriyê .

0 112

Teqîna mayîn û paşmayên şer li Sûriyê .

 

Di encama teqîna mayîneke şer li Sûriyê 2 kes bûne qurbanî û 4 jî birîndarbûn li gundewarê Helebê li navçeya di bin kontrola Artêşa Niştîmanî.

Rewangeha Sûrî ya mafê mirovan ragihand ku hîn jî ,bermahiyên şer di nav de mayînên teqemenî û neteqemenî hene ku nîgeraniyeke mezin li cem gelê Sûriyê çêdike .

Li gorî raporta tora Sûrî ya mafê mirovan, ji destpêka meha çileya 2025an, di encama teqîna mayîn û paşmayên şer li Sûriyê heta niha 119 sivîl ji wan 22 zarok û 4 jin jiyana xwe ji dest dan, û 157 kesên sivîl birîndarbûn di nav wan de 71 zarok.

Herwiha Rawengeha Sûrî ya mafê mirovan ragihan ku li navçeyên di bin kontrola hikûmata Şamê de 91 sivîl di nav wan de 17 zarok û 2 jin hatin kuştin û 106 ji wan 41 zarok birîndar bûn .

Û li navçeyên din bin kontrola hêzên Sûriya Demoqratîk (HSD)de 8 ji wan 4 zarok jiyana xwe ji dest dan û 24 ê din birîndar bûn di nav wan de 19 zarok bûn.

Herwiha navçeyên di bin kontrola Artêşa Niştîmanî de 20 kes di nav wan de zarokek û 2 jin hatin kuştin û 27 kesên din ji wan 11 zarok hatin birîndarkirin.

 

Ragihandina ENKSê
Qamişlo

Leave A Reply

Your email address will not be published.