المجلس الوطني الكوردي في سوريا

WELATÊN ROJAVA HIŞYARÎ DIDE SÛRÎ JI TAYÎNKIRINA “ŞERVANÊN BIYANΔJI BO ARTÊŞÊ”

0 74

WELATÊN ROJAVA HIŞYARÎ DIDE SÛRÎ JI TAYÎNKIRINA “ŞERVANÊN BIYANΔJI BO ARTÊŞÊ”

Welatên Rojava hişyarî dide Sûriyê ji tayînkirina “şervanên biyanî” ji bo artêşê

Ew fikara ewlehiyê temsîl dikin û zirarê didin wêneyê rêveberiya nû

Du jêderên agahdar gotin ku şanderên Amerîkî, Fransî û Almanî hişyarî dane serwerên nû li Sûriyê ku destnîşankirina wan “şervanên biyanî” bo postên leşkerî yên bilind cihê nîgeraniya ewlehiyê ye û ziyanê digihîne wêneya wan di hewldana wan de ji bo danîna peywendiyan bi welatên derve re.

Rayedarekî Amerîkî ragihand ku hişyariya ku ji aliyê Amerîka ve hatiye dayîn, ku di çarçoveya hewldanên Rojava de ye ji bo ku rêberên nû yên Sûriyê li ser vê pêngavê ji nû ve binirxînin, di hevdîtina nûnerê Amerîkî Daniyêl Rubiniştayin û serokê rêveberiya nû ya Sûriyê de Ehmed Elşerh, roja Çarşemê, li koşka serokatiyê li Şamê hat.

Rayedar got:Ev tayînkirin dê alîkariya wan neke ku navûdengê xwe li Dewletên Yekbûyî biparêzin,”.

Rayedarekî ku ji hevdîtinan agahdar e diyar kir ku Wezîrên Karên Derve yên Fransa û Elmanyayê Jan Niwîl Baro û Analîna Bîrbok jî di hevdîtina xwe ya bi Elşerh re di 3/1/2025an de, mijara çekdarên biyanî yên ku di nava artêşê de cih digirin anîne ziman.

Bi sedan şervanên biyanî

Riwêrterzê di 30ê Kanûna yekê de nûçeyên tayînkirinê ragihand. Şîroveyên nûneran ên li ser wan tayînkirinê berê nehatine weşandin.

Desteya Rêzgarkirina Şamê êrîşek ku serokê berê Beşar Elesed di 8ê Kanûna Duyem de hilweşand, bi rê ve bir. Ji wê demê ve li welat hikûmetek damezrand û artêşa Esed hilweşand. Desteya Rêzgarkirina Şamê hewl dide ku hêzên çekdar ji nû ve ava bike.

Dawiya sala borî, Riwêterz ragihand ku Destayê nêzîkî 50 tayîn kirine, di nav wan de herî kêm şeş çekdarên biyanî, di nav wan de Çînî, Yexor ji Asyaya Navîn, welatiyekî Tirk, Misrî û Urdunî.

Çavkaniyeke leşkerî ya Sûriyê ragihand ku 3ê ji wan pileya Lîwa û herî kêm 3 kesên din jî pileya Kolonêl wergirtine.

Heyat Tehrîr ElŞam(HTŞ) û komên hevalbendên wê bi sedên çekdarên biyanî di nav rêzên xwe de hene ku hatine Sûriyê di şerê navxweyî yê 13-salan de, ku gelek ji wan pabendî şiroveyên tund ji Islamê ne.

Metirsîya ewlekarîyê ya sereke

Paytextên biyanî bi giştî şervanên biyanî wekî metirsiyek ewlehiyê ya mezin dibînin, guman dikin ku hin kes dikarin li welatên xwe êrîşan pêk bînin piştî ku ezmûnek li derve bi dest bixin.

Berpirsên rêveberiya nû ya Sûriyê gotin ku çekdarên biyanî ji bo rûxandina Esed qurbanî dane û dê cihê wan li Sûriyê hebe û got ku dibe ku ew hemwelatîbûnê werbigirin.

Wezareta Parastinê ya Sûriyeyê bersiv nedaye daxwaza şîroveyê. Wezareta Derve ya Almanya jî ti daxuyanî neda.

Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê ragihand ku Waşinton bi rayedarên demkî yên Şamê re di diyalogê de berdewam e.

Berdevk her wiha got: “Guftûgo avaker in û gelek mijarên xwecihî û navdewletî dinirxînin”, û diyar kir ku “pêşketinek berbiçav di warê pêşaniyên şerê li dijî terorê de, di nav de DAIŞ heye.”

Rayedarê Amerîkî û jêderekî rojavayî got ku Şamê ji bo tayînkirina çekdarên biyanî zelalkirinek pêşkêş kir û got ku ew bi tenê nikarin vegerin warên xwe an jî derbiderî derveyê welat bibin ku dibe ku rûbirûyê çewsandinê bibin û baştir e ku ew li Sûriyê bimînin.

Rayedarê Amerîkî got ku rayedaran her wiha diyar kirin ku van kesan alîkariya Sûriyê ji Esad rizgar kirin û hin ji wan zêdetirî 10 salan li vî welatî derbas bûne û bi vî awayî bûne beşek ji civakê.

Ragihandina ENKSê
Raport: Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.