المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Josef Aoun wekî serokkomarê nû yê Libnanê hat hilbijartin.

0 59

Josef Aoun wekî serokkomarê nû yê Libnanê hat hilbijartin.

 

Îro roja pêncşemê 9ê Çileya 2025an, Josef Aoun wekî serokkomarê Libnanê hate hilbijartin.

Piştî ku di gera yekem de ti namzedan dengên pêwîst bi dest nexistin, hilbijartin çû gera duyem, û di gera duyem de Josef Aoun wekî serokkomarê Libnanê hat hilbijartin ku ji 128 dengan 99 deng bidestxistin, û piştre sonda destûrî xwar.

Serokkomarê nû yê Libnanê Aoun bû 14emîn serokkomarê Libnanê.

Serokkomarê nû yê Libnanê “Joseph Aoun” sala 1964an li Libnanê ji dayîk bûye û ji sala 2017an ve Fermandarê Giştî yê Artêşa Libnanê ye.

Û Aoun li Zanîngeha Amerîkî-Libnanî xwendiye û zimanên Erebî, Fransî û Îngilîzî dizane,û îro di 9 ê Çileya 2025an de, ji bo serokkomarê nû yê Libnanê hate hilbijartin.

 

Ragihandina ENKSê
Qamişlo

Leave A Reply

Your email address will not be published.