Wednesday, August 20, 2025
  • Language:
  • Arabic
  • English
  • German
  • Nûçeyên Kurdistanî
  • Nûçeyên Cîhan
  • Weşanên ENKS
  • Çand û Huner
  • Nûçeyên Bilez
  • Çalakî
  • Rojnameya ENKS
Bê encam
Hemû Encaman Bibîne
  • Nûçeyên Kurdistanî
  • Nûçeyên Cîhan
  • Weşanên ENKS
  • Çand û Huner
  • Nûçeyên Bilez
  • Çalakî
  • Rojnameya ENKS
Bê encam
Hemû Encaman Bibîne
Ragihandina Encûmena Niştîmanî kurdî li Sûriyê
Bê encam
Hemû Encaman Bibîne

CIWANÊN ŞOREŞGER BERDEWAMIN LI SER REVANDINA ZAROKAN..

January 7, 2025
in Uncategorized
0
0
PARVEKIRIN
181
DÎTIN
Share on FacebookShare on Twitter

CIWANÊN ŞOREŞGER BERDEWAMIN LI SER REVANDINA ZAROKAN..

Li taxa Şêx Meqsûd a girêdayî parêzgeha Helebê, Rêxistina Ciwanên Şoreşger ên girêdayî Partiya Karkerên Kurdistanê zarokekî biçûk ê Kurd revand û bi armanca tevlî refên partiyê bike.

Malperên xwecihî diyar kirin ku di 4/1/2025an de, rêxistina Ciwan Şorşkar zarokê bi navê Nîhad Zuhêr Reşo yê 12 salî ji taxa Şêx Meqsûd a girêdayî parêzgeha Helebê revand.

Nîhad ji gundê Omo yê navçeya Mabata/Mabetli ya gundewarê bajarê Efrînê yê Kurdistana Sûriyê ye.

Li gorî nasnameyê zarokê bi navê Nîhad di 3’ê Adara 2012’an de li Efrînê ji dayik bûye û dayika wî Gîlan e.

Ev bûyera yekem e di vê salê de, di nav daxwazên çalakvan, siyasetmedar û aliyên siyasî ji Partiya Yekîtiya Demokrat û Hêzên Sûriya Demokrat ji bo hilweşandina rêxistinê bi rûxandina rêjîma Beşar Esed re, û daxwaza diyaloga kurdî û avakirina şandeke yekgirtî ya kurdî ku biçe Şamê.

Taxa Şêx Meqsûd di bin kontrola Yekîneyên Parastina Gel ya Partiya Yekîtiya Demokratîk de ye, ku hêza sereke ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk e.

Wek tê zanîn Fermandarê Hêzên Sûriyeya Demokratîk Mezlûm Ebdî di sala 2019an de bi nûnera Neteweyên Yekbûyî ya ji bo zarokan û şerê çekdarî Vîrgîniya Gamba re planeke pabendbûnê îmze kir ku dawî li leşkerkirina zarokên di bin 18 saliyê de bigire û nehêle leşkerkirina zarokên di bin temenê 18 salî de were bikaranîn.

Li gorî çavdêriyan Rêxistina Ciwanên Şoreşger armanc dike ku zarokên biçûk birevîne, li gorî berjewendiyên PKKê mejiyê zarokan bişon, wan ji aliyê leşkerî ve bike nav refên partiyê.

Ragihandina ENKSê
Raport: Elî Fetah.

ShareTweetPin
Nivîsa Berê

HEVDÎTINÊN DESTEYA DANÛSTANDINAN,HEVBENDIYÊ Û ENKSê li SUWEYDA Û ŞAMÊ.

Nivîsa Paşîn

ENCÛMENA EFRÎNÊ YA ENKSê PÊŞWAZIYA ŞANDEKE ENCÛMENA ÊZIDIYÊN SÛRIYÊ KIR.

Nivîsa Paşîn
ENCÛMENA EFRÎNÊ YA ENKSê PÊŞWAZIYA ŞANDEKE ENCÛMENA ÊZIDIYÊN SÛRIYÊ KIR.

ENCÛMENA EFRÎNÊ YA ENKSê PÊŞWAZIYA ŞANDEKE ENCÛMENA ÊZIDIYÊN SÛRIYÊ KIR.

Leave a Reply Cancel reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

  • Nûçeyên Kurdistanî
  • Nûçeyên Cîhan
  • Weşanên ENKS
  • Çand û Huner
  • Nûçeyên Bilez
  • Çalakî
  • Rojnameya ENKS

Hemû maf parastî ne

Bê encam
Hemû Encaman Bibîne
  • Nûçeyên Kurdistanî
  • Nûçeyên Cîhan
  • Weşanên ENKS
  • Çand û Huner
  • Nûçeyên Bilez
  • Çalakî
  • Rojnameya ENKS

Hemû maf parastî ne