المجلس الوطني الكوردي في سوريا

NAVEROKA HEVDÎTINA ENKSê Û NÛNERÊ AMERÎKÎ LI QAMIŞLO..

0 155

Berdevkê Fermî yê Encûmena Niştimanî ya Kurdî Fêsel Yûsif di daxuyaniyekê de ragihand, ku civîneke ligel Serokatiya Encûmena Niştimanî ya Kurdî û nûnerê Amerîka bo bakurê rojhilatê Sûriyê Sikot Bolz pêk hat.

 

Her wiha Yûsif got:

Di hevdîtinê de, nûnerê Amerîka tekez li ser piştevaniya pêkhateyên herêmê, ji bo avakirina Sûriyeke demokratîk ku hemû neteweyan têde bin, kir û tekezî li ser mafên gelê Kurd weke pêkhateyeke kevnar a Sûriyê kir.

Herwiha tekezî li ser yekrêziya helwesta Kurdan û hebûna şandeke yekgirtî ya Kurdî kir.

Yûsif got:

“Me jî tekez kir ku ev helwest ji bo gelê me di pêşeroja Sûriyê de pêwîst e”.

 

Ragihandina ENKSê

Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.