المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Şam.. li qada Emewiyan xwepêşandanek hat li darxistin.

0 92

Roja Înê 3 /1/2025 an, li meydana Emewiyan li navenda Şama peytexta Sûriyê xwepêşendaneke mezin hate li darxistin, û xwenîşanderan têde daxwaza eşkerekirina çarenivîsa wendabûyên neçarî li cem rêjîma Esed a hilweşandî kirin.

 

Û herwiha xwepêşanderan bang li civaka navdewletî û rayedarên pêwendîdar kirin ku bi lezgîn destwerdanê bikin da ku berprsiyarên ku tawanên li dijî mirovahiyê dikirin werin sizakirin .

 

Tê zanîn ku rêjîma reviyayî ya Esed hemû şêwazên îşkenceyê derbarî girtiyên di zindana Sêdnaya de pêk tanîn û bi hezaran girtî dibin Işkenceyê de hatin kuştin .

 

Û herwiha Di heman demê de, Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirov bang li civaka navdewletî dike ku tavlî destwerdanê bike ji bo alîkariya tîmên rizgarkirinê di lêgerîna gorên komî û navendên binçavkirinê yên veşartî de, û beşdariyê di diyarkirina çarenivîsa kesên bi zorê yên winda de bike Pêwîstiya pêkanîna dadgehên dadperwerane ji bo sizakirina berpirsên van tawanan, di nav wan de efser û endamên rêjîma berê, û ji bo misogerkirina ji sizakirinê nerevin.

 

Ragihandina ENK-Sê

Qamişlo

Leave A Reply

Your email address will not be published.