NÛNERATIYA ENKSê YA HERÊMA KURDISTANÊ CIVÎNEKE ŞÊWIRMENDIYÊ LI DAR XIST.
Nûneratiya ENKSê ya Herêma Kurdistanê civîneke şêwirmendiyê li gel kesayetiyên siyasî yên serbixwe û çalakvanên civakê li dar xist
Di roja Çarşemê 18.12.2024,an de Nûneratiya Herêma Kurdistanê ya Encûmena Niştimanî ya Kurd – Sûriyê li baregeha nûneratiyê li Hewlêrê civîneke şêwirmendiyê lidar xist.
Bi amadebûna serok û endamên nûneratiyê, kesayetiyên siyasî, çandî, akademî û çalakvanên civaka sivîl ên li Hewlêrê amade bûn.
Di civînê de danûstandina nêrîn û pêşkêşkirina pêşniyaran derbarê rewşa nû ya piştî rûxana rejîma Beşar Esed li Sûriyê
û çawaniya pêkanîna şandeke hevbeş a Kurdî ku mafên Kurdan li Sûriyê garantî bike hat gotûbêjkirin.
Ragihandina ENKSê
Raport:Elî Fetah