Saturday, November 8, 2025
  • Language:
  • Arabic
  • English
  • German
  • Nûçeyên Kurdistanî
  • Nûçeyên Cîhan
  • Weşanên ENKS
  • Çand û Huner
  • Nûçeyên Bilez
  • Çalakî
  • Rojnameya ENKS
Bê encam
Hemû Encaman Bibîne
  • Nûçeyên Kurdistanî
  • Nûçeyên Cîhan
  • Weşanên ENKS
  • Çand û Huner
  • Nûçeyên Bilez
  • Çalakî
  • Rojnameya ENKS
Bê encam
Hemû Encaman Bibîne
Ragihandina Encûmena Niştîmanî kurdî li Sûriyê
Bê encam
Hemû Encaman Bibîne

RÛSYA DEST BI KIŞANDINA ALAVÊN XWE YÊN LEŞKERÎ YÊN S-400 LI SÛRIYÊ DIKE

December 14, 2024
in Uncategorized
0
0
PARVEKIRIN
265
DÎTIN
Share on FacebookShare on Twitter

RÛSYA DEST BI KIŞANDINA ALAVÊN XWE YÊN LEŞKERÎ YÊN S-400 LI SÛRIYÊ DIKE.

Rûsya dest bi jinavbirina alavên xwe yên leşkerî yên S-400 li Sûriyê dike

Çavkaniyên medyayî yên Sûriyê eşkere kirin ku Rûsyayê dest bi jinavbirina alavên xwe yên leşkerî li Sûriyê kiriye da ku wan derbasî Rûsyayê bike.

Rojnameya Waşinton Postê di raportekê de ragihand ku, li gorî dîmenên vê dawiyê yên satelaytê, Rûsyayê dest bi karê jinavbirina kelûpelên xwe yên leşkerî li Sûriyê kiriye da ku wan derbasî nav axa Rûsyayê bike.

Li gorî çavkaniyê, di nav alavên ku tên hilweşandin de helîkopter û pergalên parastina hewayî yên pêşketî yên S-400 hene, ku ji bo veguhestina nav axa Rûsyayê têne amadekirin.

Ji aliyê xwe ve, malpera Sûriyê Tv ragihand ku çend karwanên leşkerî yên Rûsî ji Şamê û gundewarê wê ber bi peravên Sûriyê vekişiyan.

Ji aliyê xwe ve, Ajansa Nûçeyan a Almanî, li ser bingeha yadaştnameyek navxweyî ya Wezareta Berevaniya Almanyayê eşkere kir, ku Rûsya plan dike ku bi temamî baregehên xwe yên leşkerî li Sûriyê vala bike.

Di belgeyê de hat diyarkirin ku yekîneya deryayî ya Rûsyayê ku li Behra Spî bi cih bû, berê xwe da bendera Tertûsê ku ji bo Moskovayê baregeheke stratejîk a deryayî ya li herêmê tê dîtin.

Rûsya firokexaneya leşkerî li Laziqiyê (Himêmîm) û bendera Tertûsê ji bo piştgirîkirina operasyonên xwe yên lojîstîkî li bakurê Afrîqayê, bi taybetî li Lîbyayê, bi kar bîne.

 

Ragihandina ENKSê
Raport:Elî Fetah

ShareTweetPin
Nivîsa Berê

Gora serokê berê yê Sûriyê “Hafiz Esed” li Qerdaha Hat şewtandin .

Nivîsa Paşîn

Ekrem Elmela ..Xwediyê pênûsa Azad nayê jibîrkirin.

Nivîsa Paşîn
Ekrem Elmela ..Xwediyê pênûsa Azad nayê jibîrkirin.

Ekrem Elmela ..Xwediyê pênûsa Azad nayê jibîrkirin.

Leave a Reply Cancel reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

  • Nûçeyên Kurdistanî
  • Nûçeyên Cîhan
  • Weşanên ENKS
  • Çand û Huner
  • Nûçeyên Bilez
  • Çalakî
  • Rojnameya ENKS

Hemû maf parastî ne

Bê encam
Hemû Encaman Bibîne
  • Nûçeyên Kurdistanî
  • Nûçeyên Cîhan
  • Weşanên ENKS
  • Çand û Huner
  • Nûçeyên Bilez
  • Çalakî
  • Rojnameya ENKS

Hemû maf parastî ne