المجلس الوطني الكوردي في سوريا

HEVPEYMANIYA NAVDEWLETÎ LI HERÊMA HEFT GUNDAN A GUNDEWARÊN DÊRA ZORÊ ARMANC KIRIN.

0 79

HEVPEYMANIYA NAVDEWLETÎ LI HERÊMA HEFT GUNDAN A GUNDEWARÊN DÊRA ZORÊ ARMANC KIRIN.

Hevpeymaniya navdewletî li herêma Heft Gundan a gundewarên Dêra Zorê armanc kirin

Jêderekî Sûrî yê mafên mirovan eşkere kir ku Hêzên Sûriya Demoqratîk hêzên xwe li devera Mehamel kom kirin, hevdem ligel vekişîna hêzên Rûsî ji baregehên xwe yên leşkerî li “Heft Gundan” ku di bin kontrola hêzên rêjîmê de li gundewarê Dêrezorê .

Çavkaniya Sûrî ya mafên mirovan got ku ev pêngavên Rûsiya amaje bi wê yekê dikin ku îhtîmala ku Hêzên Sûriya Demokratîk herêmê kontrol bikin yan jî êrîşekê bikin bo vegerandina wê ji destê hêzên rêjîmê.

Çavkaniyê amaje bi wê yekê jî kir ku hêzên hevpeymaniya navdewletî li bajarokên Marat û Xeşam di çarçoveya heft gundan de, bi topa giran ji baregeha xwe ya li kêlgeha Xaza Konîko armanc girtin.

Heft gundên (Huseyniye, Elsalihiyê, Hetla, Marat, Mezlûm, Xeşam û Tabiya) xwedî girîngiyeke stratejîk in, ji ber ku li rojhilatê çemê Firatê ne, û ew xala pêwendiya rasterast bi herêmên di bin kontrola Hêzên Sûriyeya Demokratîk de ne, berovajî herêmên din ên bi çem ji hev cuda bûne.

 

Ragihandina ENKSê
Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.