EFRÎN:ÇEKDARÊN ELEMŞAT NÊZÎKÎ 1000 TENEKE ZEYTA ZEYTÛNA DESTESER KIRIN.
Li Efrînê 1000 teneke zeyta zeytûna çeteyên Elemşat desteser kirin.
Çavkaniyekî taybet ragihand ku çekdarên Firqeya Elemşat dest danîne ser 1000 teneke zeyta zeytûna di nava çapxaneyeke welatiyekî Kurd de.
Jêderekî taybet ji malpera me ya ENKSê re ragihand ku, roja Duşemê 18ê Mijdara 2024an, 900-1000 tenekeyên zeyta zeytûna di nav dezgeheke welatiyê Kurd ê bi navê Îsmet Elî, naskirî bi Îsmet Ereb Rahmûnî, ji aliyê çekdarên koma Sultan Silêman Şah “Elemşat” ve hatin desteserkirin.
Li gorî çavkaniyê, tankên zeyta zeytûnan yên welatiyên Kurd ên aware ne.
Komên çekdar binpêkirinên xwe yên li gund û navçeyên bajarê Efrînê li Kurdistana Sûriyê li dijî Kurdan berdewam dikin, bêyî ku ti çavdêrî û berpirsyarî ji binpêkirinan re hebe.
Ragihandina ENKSê
Raport:Elî Fetah